Li Kobanê merasîma sersaxiya şehîdên Berxwedan Rûmetê

Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin, ku di dem û cihên cûda di bersivdayîna êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemes Seydî, Mihemed Nûrî Otkûn (Çetîn Pirsûs), Arcan Ciblalek (Azad Melazgirt), Mihemed Hisî, Mihemed Hesen (Armanc Avareş) re xwestin. Konê sersaxiyê li Goristana şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hate vedan.

Bi dehan şêniyên bajêr û endamên saziyên bajêr beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Kongreya Star li bajarê Kobanê Edlê Bekir axivî û tekez kir ku êrişên dagirkeriya dewletaTirk dê îsrara wan a berxwedanê û jiyan bi rûmet, lawaz neke.

Edlê îşaret pê kir ku Hêzên Sûriyê Demokratîk di oxira parastina vê xakê de, canê xwe û parçeyên laşê xwe feda kirin.

Her wiha endamê Komîteya Ewqaf li bajêr Ibrahîm Remo axivî û destnîşan kir ku desthilatdarên AKP`ê li Tirkiyê ku Erdogan serokatiya wî dike, hemî pîvanên mirovahî û olî binpê dikin. Bi navê ola îslamê zarokên bê guneh û jinan dikujin û xekê didin koçber kirin.

Merasîma sersaxiyê heta saetên piştî nîvro bi beşdarbûneke pir a şêniyên bajêr, dewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh merasîma 3 şervanên QSD`ê li Goristana şehîd Dicle hatibû lidarxisitin. Her wiha nasnameyên 2 şehîdên din hatin eşkerekirin.

 (cx)

ANHA 


Mijarên Din