Li Kobanê mîhrîcana zarokan

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê bi dirûşma "Azadî ji zaroktiyê ve dest pê dike" 3`yemîn Mîhrîcana Zarokan li ser asta herêmê li dar xist.

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê bi dirûşma "Azadî ji zaroktiyê ve dest pê dike" 3`yemîn Mîhrîcana Zarokan li ser asta herêmê li dar xist. Dirûşma mîhrîcanê yek ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Bi dehan zarokên herêmên Firatê, bajarê Minbicê ji Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen, her wiha bi endamên saziyên sivîl beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Girê Spî Zekiya Mihemed axivî, bixêrhatina beşdaran kir û got lidarxsitina mîhrîcanê ji bo ku zarok behreyên xwe xurt bikin, gaveke baş e.

Paşê zarokên baxçeyê zarokan a bi navê Roj a bajarê Kobanê, zarokên pêkhateyên Çerkez dîlanek pêşkêş kir. Her wiha zarokên bajarê Minbicê stranên gelêrî gotin. Di mîhrîcanê de alavên ku zarokan bi destê xwe çêkirine hatin pêşkêşkirin.

Her wiha Koma Şehîd Arîn û Şehîd Halim a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido stran gotin.

Di dawiya mîhrîcanê de Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê komên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn, her wiha kesên ku bi rêxistin kir û mîhrîcan şopandin, xelat kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din