Li Kobanê nasnameya 4 şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê nasnemeya 4 şevanên YPG  û YPJ`ê  ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kirin û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê nasnemeya şehîd Rewşen Bekir (Xwênda Welat)  ku di 19`ê Sibata 2018`an de li navçeya Reco ê girêdayî Erînê, Hesen Elî (Şoreş Ayhan) ku di 15`ê Adara 2018`an de li Şêrawa, Dêrsim Seyid Ehmed (Sarîna Bêrîtan) ku di 13`ê Adara 2018`an de  li navçeya Cindirêsê û Fadil Yusif(Êrîş Kobanê)  ku di 19`ê sibata 2018 an de li navçeya Bilbilê, şehîd bûne eşkere kir.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endam û rêveberiyên saziyan beşdarî merasîma îlankirina şehîdan bûn. Konê îlankirinê li pêşiya Goristana şehîda Dicle hatiye vedan.

Endama rêveberiya Kongreya Star a bajarê Kobanê Almaz Romî sersaxî ji malbata her 4 şehîdan re xwest û got: "Her çar şervanên ku di Berxwedana Serdemê de gihîştin asta şehadetê cihê serbilindiyê ye, ji ber ku şehîd ew in ên ku nirxên mirovan diparêzin û dihêlin ku em bi aramî li ser axa xwe bijîn, ji bo wê jî pêwîst e em her kes xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Paşê yek ji endamên HPC`ê Osman Remedan axivî û got: " Em di şexsê van şehîdan de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û em sersaxî ji hemû gelê Efrînê re dixwezin.”

Her wiha Hevserokê Desteya Parastina yê Kantoan Kobanê Ismet Şêx Hesen wiha got:" Em çiqas li ser van lehengan biaxivin em nikarin heqê wan bidin, lê em çiqas lehengan jî bidin kêm e ji ber ku hîna serokê me ne azad e û Efrîna me di destê Erdogan û çeteyên wî de ye.  Em her tim bi şehîdê xwe serbilind in ji ber ku me bi saya wan li ser vê  axê dijîn."

Ismet Şêx Hesen di dawiya axaftina xwe de hemû çalakgerên greva birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê, silav kirin.

Merasîm jji saet 9`an de destpê kir û heta saet 17:00 jî wê dewam bike.

(sn-hk)

ANHA  


Mijarên Din

Li Raî teqîn