Li Kobanê navendeke nû ya pêşwaziya rewşên biguman hate amadekirin

Îro Desteya Tenduristiyê şaxê herêma Firatê amadekariyên navendeke nû ya pêşwaziya rewşên biguman ên pêketina Koronavîrusê bi dawî kir.

Desteya Tenduristiyê şaxê herêma Firatê di çarçoveya têkoşîna li dijî belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) îro amadekariyên vekirina navendeke pêşwaziya rewşên biguman bi dawî kirin. Navend li başûrê bajarê Kobanê anku li ser girê Miştenûrê ye.

Di heman demê de desteyê 8 ambulansên nû û xeteke telefonê ji bo rewşên awarte diyar kirin.

Berpirsê navendê Mihmed El-Kurdî diyar kir ku kadroyên tenduristiyê ji kar û xebatê re amade ne lê pêkanîna biryarên Rêveberiya Xweser tekane rêya parastin û pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê ye.

Ev gav di demeke wiha de hatiye ku Rêveriya Xweser îro li herêma Firatê biryara bi temamî qedexeya derketina derve ragihand û dê rojane ji saet 16:00’an heta saet 06:00’an bikeve pratîkê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din