Li Kobanê nexweşxaneya zarokan tê vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê amedekariya vekirina nexweşxaneyeke taybet ji bo dermankirina nexweşiyên zarokên li bajarê Kobanê, dike. Tê payîn ku nexweşxane di 2 mehên pêş de têkeve meryetê.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê amedekariya vekirina nexweşxaneyeke taybet ji bo dermankirina nexweşiyên zarokên li bajarê Kobanê, dike. Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê di projeya amadekirina nexweşxaneya zarokan li bajarê Kobanê ber bi dawiyê ve diçe. Tê payîn ku nexweşxane di 2 mehan de bikeve meryetê.

Ji beriya çend mehan dest bi xebata avakirina nexweşxaneyê hatibû kirin. Pêvajoya yekemîn bidawî bû, dê pêvajoyên dawî di 2 mehên din de bidawî bibe.

Hevserokê desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd diyar kir ku pêvajoya yekemîn bidawî bû, pêvajoya duyemîn jî di amadekirina alav, amûr û odeya lîstikan di rojên xwe yên dawî de didome.

Ehmed Mehmûd got: “Dê nexweşxane dê amûrên oksijînê bê amade kirin. Malzarokan û beşa lênerîna baş, dermanxane û beşê lîstikên zarokan têde cih bigre. Ev gavek giringe ji bo xizmeta şêniyan. Ji ber heya niha ti nexweşxaneyên taybet ji bo zarokan nehatine vekirin.”

Nexweşxaneya zarokan a ku li aliyê bakurê  Miştenûr dikeve, dê bê pere bixebite.

Li bajarê Kobanê 3 nexweşxane hene, yek jê taybet e û yek a dayîkbûnê û nexweşxaneya giştî ya Kobanê.

Desteya Tenduristiyê ji bo avakirina beşê qestra dil di nexweşxaneya Kobanê de dixebite, li herêma Firatê nexweşxaneyên ku ev beş lê hebe, tine ne. Şênî neçar dimînin ku rêyeke dirêj qut bikin da ku emeliyeta qestra dil bikin. Pir caran nirxê vê emeliyetê  pir zêde ye, caran jî nexweş nirxê wê bide. Li gorî berpirsên aliyên tenduristiyê, ku dê nexweşxane bi nêviyê nirxê emeliyetê ji nexweş bigre.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din