Li Kobanê panela "Diyaloga demokratîk"

Rêxistina Berçav li bajarê Kobanê bi beşdarbûna siyasetmendar, hiqûqnas, rewşenbîr û bijîşk panelek bi navê diyaloga siyasî demokratîk lidar xist.

Di panela ku li avahiya Sendîqeya Parêzeran a bajarê Kobanê hatibû lidarxistin de, mijarên siyasî, xizmetguzarî, perwerde û ewlehî hatin nîqaşnkirin.

Panel bi nirxandina rewşa siyasî ji aliyê endamê Meclisa Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî ve destpê kir.

Hesen Mihemed Elî got: "Dibe ku em li eniyên şer bi serketin, lê gelo di şerê navxweyî de em bi serketine? Di pirsgirêkên nevxweyî de divê em bi xwe re rast bin, da ku cihên lawaz tine bikin û dawî li şerê ku li Sûriyê tê kirin bînin."

Hesen destnîşan kir ku di dirêjahiya dîrokî de şoreşên Kurdî bi komkujiyan bi dawî bûn û ev tişt bi lêv kir: "Niha em şoreşa gel dijîn, ev fersendeke dîrokî ye da ku gelê Kurd û hemû gelên herêmê di rêya diyalogên demokratîk bighînin ewlehiyê."

Hesen Mihemed Elî her wiha diyar kir ku Sûriyê xaleke stratejîk li Rojhilata Navîn e, Rûsya, Tirkiyê, Îran û hemû gelek dewletên cîhanê mûdaxele dikin. Hesen her wiha got, "Hebûna Amerîka li Sûriyê demkî ye, divê em hebûna xwe bi rêya projeya xwe ya demokratîk di siyaseta navdewletî de xurt bikin."

Girêdayî herêma ewle ya ku Tirkiyê hewl dide li herêma ava bike Hesen ev tişt anî ziman: "Hincetên Tirkiyê ne di cih de ne, heger Tirkiyê derbasî vê herêmê bibe, dê mîna Efrînê lê bike. Li ser vî esasî divê em li hemberî dagirkerî û dijminan bisekinin."

Endamê Meclisa Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku rêveberî divê girîngiyê bide kongreyên mîna ya ku li Heqil El-Umer hatibû lidarxistin ku hemû pêkhate di nava xwe de hewand.

Paşê jî Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim gavên ku rêveberiya xweser li herêmêa Firatê piştî rizgarkirinê û vir de avêtine bi bîr xist û anî ziman ku Rêveberiya Xweser di sala 2018‘an de 22 milyar lîreyên Sûriyê di warê xizmetguzariyê de xerç kir, 9 milyar ji bo fonên karmendan û 7 hezar û 370 hezar milyar wekî budceyên saziyên rêveberiyê veqetand.

Beşdaran jî der barê rewşa siyasî, ewlehî, perwerde û xizmetguzarî nêrîn û rexneyên anîn ziman û ji bo pêşxistina kar pêşniyar kirin.

Di dawiya panelê de girîngiya yekitiya Kurdî û lidarxisitna Kongreya Netewî ya Kurdistanî hate destnîşankirin.

ANHA


Mijarên Din