Li Kobanê perwerdeya bi rêya înternêtê didome

Mamosteyên bajarê Kobanê piştî girtina dibistanan a ji ber Koronavîrusê, perwerdeya bi rêya înternêtê didomînin.

Ji ber Koronavîursê (Covid-19) a ku veguherî pandemiya global hemû kar hatin rawestandin û qedexeya derketina derve hate ferzkiririn.

Li bajarê Kobanê ji ber girtina dibistanan hin mamosteyan biryar dan ku bi rêya înternêtê perwerdekirina xwendekaran bidomînin .

Mamosteyên dibistana Şehîd Seydo odeyek "Wathsapp" çêkirine û xwendekar tevlê kirine. Di odeyê de wane têne dayîn.

Nûnerê dibistana Şehîd Seydo, Heysem Hiso li ser mijarê got: "Piştî biryara girtina dibistanan ji ber Koronavîrusê, me biryar da ku bernameyekê deynin pêşiya xwe da ku xwendekarên me ji perwerdê qut nebin."

Li ser zehmetiyên ku kişandine Hiso wiha axivî: "Destpêkê me hinek zehmetî di warê beşdarnebûna xwendekaran de dît, lê piştre rêjeya xwendekaran a girtina waneyan bi vî rêbazî zêde bû."

Di odeyê de waneyên refa 11 û 12 ji aliyê mamosteyan ve têne dayîn. Wane hemû refan di nav xwe de nagire, ji ber ku ji bilî mamosteyên berpirsên asta amadeyî mamosteyên din ne amade bûn ku beşdarî vê prosesê bibin.

Xwendekarê bi navê Mehmûd Îsa spasiya mamosteyan kir û got: "Ev însyatîf gelekî bi sûd e û ji me re bû alîkar. Bi saya wê me perwerdeya xwe domand, nemaze ku em di asta navîn de ne û li pêşiya me zanîngeh heye."

Xwendekar rojan 4 heta 5 waneyan dibînin. Perwerde ji saet 20:00 heta 00:00‘an didome.

Mamoste Îlham Mihemed ev tişt anî ziman: "Rojek piştî ferzkirina qedexeya derketina derve û girtina dibistanan, em ev ode çêkir da ku xwendekar belav nebin. Di destpêka vê însyatîfê me dest bi danîna waneyê kîmya, wêjeya Kurdî û wênexêzî kir. Piştî tevlîbûn zêde bûn me biryar da ku demekê ji bo waneyan danîn ku hemû meteryalên refên 11 û 12 werin dayîn.”

Îlham Mihemed bang li rêveber û mamosteyên hemû dibistanan kir ji bo mîsogerkrina pêşeroja xwendekaran bixebitin.

Xwendekara bi navê Zozan Boz kêfxweşiya xwe anî ziman ku ji perwerde, heval û mamosteyên xwe dûr neketiye û got: “Em gelekî sûdê ji wanedayîna bi vî rengî dibînin.”

ANHA


Mijarên Din