​​​​​​​Li Kobanê pirsgirêka xirabûna îsfeltkirina rêyan çareser dibe

Xirabûna rêyên kantona Kobanê di sala derbasbûyî de hişt ku rêveberiya Şîrketa El-Firat a çêkirina îsfeltê tedbîran ji bo başbûna berhemên xwe bigire.

Pirsgirêka xirabûna rêyan li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Li Kobanê par piraniya rêyan bajêr û gundewarên wê hatin qîrkirin. Lê piraniya rêyên bajar û yê li derveyî wê xira bûn. Gelek sedemên vê yekê hene; ji wan nebaşbûna zemîna ku ji bo qîrkirinê tê amadekirin, her wiha nebaşbûna madeyên ku di çêkirina qîrê de têne bikaranîn.

Di vê derbarê de endezyar û rêveberê Şîrketa El-Firat, her wiha berpirsê odeya endezyarên şîrketê Sadûn Al Çolbeg ji ANHA`yê re axivî.

Sadûn Al Çolbeg wiha got: "Madeyên ji bo qîrkirina vê salê hatibûn diyarkirin ji madeyên sala borî  cuda ne. Me gelek tişt kir da ku heman pirsgirêk dubare nebe. Em bi hêvî ne ku xebatên me kirine encamên baş bigirin. Madeyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne bikaranîn ne li gorî pîvanên cîhanê ne."

Sadûn wiha domand: "Em çar tecrubeyan li ser îsfeltê çêdikin, beriya bikaranîna wê û ev tecrube ji me re dide xuyakirin ku kîjan cure ya baş e û kîjan wê bêhtir li ber xwe bide." 

Sadûn Al Çolbeg da zanîn ku li kargeha Eyn Îsayê wan li gorî pîvanên cîhanî tecrube çêkirin û der barê çêkirina rê de wiha axivî: "Pirsgirêka ku sala borî çêbûbû ne tenê ji heyberên di îsfeltê de bû, lê belê ji kêmbûna pisporan bû û bikaranîna kevirên hûr bi awayekî xirab û nebaşbûna amadekirina rê ji bo belavkirina îsfeltê li ser wê. Ev yek bû sedema jihevqutbûna îsfeltê ku pê rê hatibû çêkirin."   

Sadûn Al Çolbeg di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Me tecrube li ser îsfelt û kevirên ku bi wê rê tê çêkirin, pêk anîn û em hêvîdar in ku îsal encameke baş bide."

bx

ANHA


Mijarên Din