Li Kobanê pêla nexweşiyan

Bijîşkên bajarê Kobanê diyar kir ku di van demên dawîn de gelek nexweşî di nav şêniyên bajêr de belav bûne. Her wiha şîretên ku pêşiya belavbûna wan nexweşiyan digirin bi ajansa me re parve kirin.

Di encama dermanên biyanî ku jêdera wan nayê zanîn û gemarîbûna ku di encama sererastkirina avahiyên kavil de çêdibe, li bajarê Kobanê gelek nexweşî di nav şêniyan de belav bûne.

Wekî tê zanîn di encama bermahiyên kargehan, amûrên veguhestinê yên sotemeniyê û gemarîbûna hewa de şêniyên bajaran bi taybet bajarên ku dar lê kêm in, rastî nexweşiyan tên.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di encama gemarîbûnê (hewa û avê) de li tevahiya cîhanê  salane zêdetirî 8 milyon kes jiyana xwe ji dest didin.

Bijîşkê bi navê Hikmet Ehmed pisporê nexweşiyên qirik, poz û guhan, dibêje şerên ku li bajarê Kobanê rû dane, di encama bikaranîna cureyên çekên cuda de, nexweşî zêde dibin. Bi taybet nexweşiyê têkildarî nefesê bi zarokan re çêdibin. Rêjeya kesên bi van nexweşiyan ketine gihaşt ji sedî 60 ji şêniyên bajêr. Yanî ji her 10 kesan 6 kes bi nexweşiyan ketine.

Di encama hin girtekên şaş de girêdayî dermankirinê, mîna serlênedana bijîşkên pispor û tenê wergirtina dermanan ji dermanxaneyê, asta nexweşiyan zêde dike.

Nexweşiyên mîna şekir, rebû, sîng û alerjiya poz ji nexweşiyên herî zêde di van salên dawîn de li bajêr belav bûne. Berovajî gundên kantonê yên ku bi hewayê xwe ya pak têne naskirin ku rêjeya belavbûna nexweşiyan lê kêm e.

Dermanfiroş û nojdar Mihidîn Ehmo dibêje dermanên biyanî yên ku jêdera wan nayê zanîn, tevî kêmbûna miqdara dermanên herêmî, bandor li belavbûna nexweşiyan dike. Ehmo destnîşan kir ku wan firotina dermanên biyanî li 44 dermanxaneyên kantonê qedexe kiriye.

Bijîşk diyar dikin ku ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna wan nexweşiyan pêwîst e şênî girtekên parastinê bigirin. Divê xwarinên vekirî neyên kirîn. Divê zebze baş bên şûştin. Divê beriya derman bê kirin, serdana bijîşkan bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din