Li Kobanê plana wergirtina 22 hezar ton genim sibe destpê dike

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê amadekariyan dike ku sibe dest bi wergirtina  genim bike. Li gorî planê dê 22 ton genim were wergirtin. Her wiha du navend ji bo xebatên wergirtina hilberînê diyar kirine.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê amadekariyên wergirtina hilberînê ji cotkaran bi dawî kirin. Her wiha planên xwe ji bo wergirtina 22 hezar ton genim eşkere kir.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê endezyar Mihemed Dexîl got: "Li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Srûiyê tenê navendek li Dêrazorê dê hilberîn di çewalan de ji cotkaran wergir bigire. Navendên din jî dê hilberînê bi kamyonan werbigire."

Dexîl diyar kir ku di mewsima îsal de tenê dikarin 22 hezar ton genim werbigirin. Wergirtin jî dê sibe roja Pêncşemê destpê bike.

Dexîl wiha domand: "Li herêma Firatê du depo hene; Rofî û Celebiye. Firehiya her depoyekê 10 hezar ton derbas nake. Lê em neçar in di her navendekê de 11 hezar ton pêşwazî bikin."

Hilberîna zêde ya ku şirket nikare werbigire, şirketê derfet  da cotkaran  ku hilberînên xwe bibin herêma dixwazin. Yanî cotkarên herêma rojava li kantona Kobanê dikarin hilberînên xwe bibin Minbicê. Cotkarên başûrê Sirînê dikarin hilberînên xwe bibin depoyên Tebqayê. Cotkarên Eyn Îsayê dikarin hilberînên xwe bibin Reqayê.

Di dema niha de Rêveberiya Xweser hilberîna ceh wernagire. Lê nirxa kirîna wê bi 150 lîreyên Sûriyê ji bazirganan re diyar kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din