Li Kobanê projeya yekemîn a hilberîna pitatan berhem girt

Beriya çend mehan, bi desteka rêxistina Kobanê ya xêrxwazî û geşpêdanê, rûberên berfireh ji gundên katona Kobanê bi pitatan hatin çandin. Şênî jî niha hilberînê berhev dikin. Ev cara yekemîn e ku bi rûberek mezin hilberîna pitatan li herêmê tê çandin.

Cotkarên gundên girêdayî kantona Kobanê dest bi berhevkirina hilberîna pitat kirin. Ya balkêş ew e ku cara yekemîne ku pitat li Kobanê tên çandin. Bi aliykariya rêxistina Kobanê ya xêrxwazî û geşpêdanê, tevî rêxistinên din ên biyanî û bi koordîneya Gerînendeya Çandiniyê ya kantonê, ji beriya çend mehan pitat hatibûn çandin.

Hilberîna pitat di nav zeviyên berhemdar de tê çandin. Komîteya Berpirsê projeyê 55 zevî li herêmên cuda yên kantonê li gorî pîvanên çandiniyê veqetandin.

Berê hilberîna pitat bi rêjeyên gelek kêm û tenê ji bo pêkanîna pêwîstiyên her malekê dihat çandin. Komîteya çavdêr bi rêya projeyê hewl dide çanda çandina pitat li herêmê pêş bixe.

Di projeyê de 55 zevî li ser 55 şêniyan hatin belav kirin û her yek rûberek bi pîvana 200 m2 bi pitatan hatin çandin.

Li gorî cotkaran hilberîn berhemdar bû. Çavdêrên projeyê jî dibêjin ew dê di salên bê de projeyên mîna vê û bi awayekî berfirehtir pêk bînin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din