Li Kobanê şahiya 1’ê Gulanê

Şêniyên bajarê Kobanê bi wesîleya 1`ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê şahiyek li dar xist.

Bi dirûşma "Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê azad bikin û bi rêber Apo re azad bijîn" Komîteya Kedkaran a Herêma Firatê bi boneya 1`ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê şahiyek li dar xist.

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên rêveberiyên saziyên sivîl ên Kobanê beşdarî şahiyê bûn ku li nav daristana Kobanê hate lidarxistin.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser endamê komîteya kedkaran a kantona Kobanê Mehmûd Misto axivî û wiha got: "Bi têkoşîna kedkaran em ê welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û vê rojê li hemû kesên kedkar pîroz dikin, di civaka me de roleke kedkaran a girîng heye, bi keda wan em bi rûmet û azad dijîn."

Memûd diyar kir ku bi vê boneyê ew ê asta têkoşînê bilind bikin û di serî de rizgarkirina Efrînê û her bihosteke ji xaka welatê Sûriyê rizgar bikin."

Paşê endama rêveberiya kedkaran a harêma Firatê Cîhan Derwîş axivî û diyar kir ku bi vê boneyê 1`ê Gulanê kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin û kesên ku têkoşîn û kedê ji bo civaka xwe didin, ew zarokê vê xakê ne û got: “Bi hezaran salan ji bo ku em gel û xaka xwe ji dijmin azad bikin, me ked da, her wiha bajarên ku îro tên avakirin ew jî bi kedeke mezin a kedkarên me ye, em ji bo vê spasiya hemû kesên kedkar dikin.”

Paşê Edullrehman Demir roja 1`ê Gulanê destpêkê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Rêber Apo ew kesê destpêkê bi navê karkeran partiyek bi rê ve bir û îro jî bi hezaran kes xeta wî dimeşînin, ji bo wê jî di vê boneyê de kedkar roleke xwedayî mezin ji bo her kesî didin, ji ber ku wan nehişt dijmin di xaka me de bi cih bibe û welatê xwe parastin.”

Piştî axaftinan stran ji aliyê Ezîz Yekdar, Koma Kevana Zêrîn a Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Xelîl Can û hunermendê Ereb Mistefa Emîr ve hatin gotin. Şahî bi xelekên dîlanan bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din