Li Kobanê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin

Şêniyên kantona Kobanê salvegera 37'an Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin û gotin, dê têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li qada Şehîd Egîd a Kobanê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz irin.

Beriya şahîd dest pê bike deqeyeke rêz hate girtin. Piştre cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê bi xêrhatina beşdaran kir, salvegera pêngavê li gelê Kurd, rêber Ocalan, malbatên şehîdan û gerîlayên azadiyê pîroz kir.

Ferhan Kobanê got: "Beriya Pêngava 15'ê Tebaxê, dewleta Tirk bawer dikir ku dê karibe gelê Kurd qir bike, lê berxwedana fermandar Egîd li çiyayê Kurdistanê û teqandina fîşeka yekemîn îsbat kir ku gelê Kurd dikare li hemberî faşîzma dewleta Tirk bisekine. Berxwedana bi rihê Pêngava 15'ê Tebaxê berdewam dike."

Kobanê her wiha diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê deriyê têkoşîneke nû ji bo gelê Kurd vekir, kurdan dan ser şopa têkoşînê û gelek serkeftin bi dest xistin.

Ferhan Kobanê bi domdarî got: "Dewleta Tirk bi çekên giran êrişî gerîla dike, gerîla li hemberî êrişên wê li ber xwe dide û dê serkeftin para wê be. Serkeftina li dijî DAIŞ'ê ya li Kobanê bi rihê berxwedana gerîlayan a 15'ê Tebaxê bû, ev yek berhemên fikirê rêber APO ye."'

Ferhan Kokbanê bang li gelê Kurd kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullha Ocalan têkoşîna li hemberî faşîzma dewleta Tirk  û şerê wê yê taybet xurt bike.

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Xunav Xelîl jî got: "15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd li tevahî Kurdistanê roja vejînê ye. Bi pêngava 15'ê Tebaxê re ya ku bi pêşengtiya fermandar Egîd dest pê kir gelê Kurd gelek serkeftin pêk anîn."

Xunav Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide vîna gelê Kurd bişkîne û bi êrişên xwe yên li ser gerîla dixwaze Pêngava 15'ê Tebaxê îmha bike, her wiha bi şerê taybet êrişî ciwanan dike ku wan ji xeta şoreşê dûr bixe.

Xunav Xelîl di dawiya axaftina xwe soza domadina xeta têkoşînê da û bang li jin û ciwanan kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û serxistina projeya neteweya demorkatîk têkoşînê geş bikin û got: "Dijmin çiqasî êrişên xwe li ser gelê Kurd zêde bide, gelê Kurd ê li ber xwe bidin û dê serkeftin para wê be."

Piştî axaftinan hunermend Dilyar, Koma Botan a navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê û hunermend Danîş Botan stran gotin.

Di dawiyê de ciwanên şoreşger li qada Şehîd Egîd meşeke bi meşalayan li dar xist.

ANHA


Mijarên Din