Li Kobanê sedemên qelişîna ziftê

Şaredariyên gel ên bajarê Kobanê û gundewarê wê havîna borî li gorî derfetên xwe hejmarek rêyên bajêr û gundewarê zift kirin. Lê piştî çend mehan di gelek cihan de zift qelişî.

Şaredariyên gel ên bajarê Kobanê û gundewarê wê di havîna borî de gelek rê li gorî derfetên xwe sererast û zift kirin. Lê îsal dîsa ew zift qelişî. Ji ber wê şaredarî xwe neçar dibîne ku rêyan carek din sererast bike.

Şaredariya Gel a Kobanê hindek beşên rêyên ku zift kirine rêş kirin da ku ji nû ve zift bike.

Ev pirsgirêk di du salên derbasbûyî de dubare bû. Şênî jî pirs dikin gelo ev pirsgirêk dê îsal jî dubare bibe yan na? Yan jî şaredarî dê çareserî peyda bike?

Werşeyên ziftkirina rêyan ji çend hefteyan ve dest bi ziftkirina rêyan kirine. Bi taybet beşên ji rêya navdewletî ( herêma di navbera pira Qereqozaqê li ser çemê Firatê başûrê Kobanê û gundê Alya yê kantona Hesekê de) tevî rêya Kobanê-Şiyox.

Berpirsê beşa sererastkirin û ziftkirina rêyan a Kobanê Elê Şêx Nebî dibêje niha ew rêyan bi ziftê sererast dikin.

Şêx Nebî destnîşan kir ku gelek sedemên qelişîna rêyan hene û wiha domand: "Piştî zirftkitina rêyan divê heya 24 saetan nayên bikaranîn, lê tişta ku rû dide, erebeyên bargiran piştî ziftkirinê wan rêyan bi kar tînin. Ev jî şaş e."

Şêx Nebî her wiha behsa sedemên din jî kir û got: “Pêwîstiya werşeyên kar bi alavên mezin bi taybet alava givaştina zifte heye.”

Di vir de divê şaredarî dema ziftkirina rêyan, tirafîkê qut bike ji bo pirsgirêka qelişîna ziftê derbas bike. Rayedarên saziya xizmetguzariyê diyar kirin ku ew niha ji ber derfetên kêm û dorpêçê nikarin alava givaştina ziftê peyda bikin.

Sedemên din ên pirsgirêkê

Pisporên di vî warî de sedema qelişîna ziftê vedigerînin gelek sedeman, jê binesaziya rêyan bi awayekî baş nayên amadekirin.

Eger binesaziya rêyan baş werin çêkirin û givaştin wê demê zift naqelişe. Dema erebeyên bargiran di ser rêyan re derbas bibin tebeqeya jêrî ziftê diguvêşe ji ber wê ew tebeqe nizim dibe. Di encam de zift diqelişe.

Divê berpirs û endezyarên şaredariyê ji beriya ku rêyan zift bikin, dêvê binesaziya rêyan baş amade bikin. Ji bo ku di pêşerojê de neqelişe. Ev pirsgirêka sereke li Kobanê ye.

Erebeyên bargiran rêyên ku ji erebeyên barsivik re hatine eyarkirin bi kar tînin, ev jî sedemek din a qelişîna rêyan e.

Ji ber wê saziyên tirafîkê divê tevgera erebeyên mezin kontrol bikin da ku rêyên jê re hatine diyarkirin bi kar bînin.

Ji pirsgirêkên din ku dibin sedema qelişîna rêyan, bi dawîbûna temenê zifta li ser rêyan e. Tê zanîn ku bi dehan rêyên herêmê ji beriya serdeman ve hatin ziftkirin.

Pisporên din dibînin ku dilpokirina ava toreyên ava vexwarinê û kanalîzasyonê dibin sedema ku binesaziya rêyan telef bibe ji ber wê dibe sedema qelişîna ziftê.

Çareseriyên ku têne ceribandin

Pispor û endezyar madeya ziftê ya ku niha di rêyan de bi kar tînin dicerbînin da ku sedema pirsgirêkê nas bikin û çareser bikin.

Her wiha pirspor stûrahiya ziftê dicerbînin ku gelo  tenikbûna ziftê dibe sedema qelişînê yan na. Bi taybet rêyên qerebeliq û rêyên ku erebeyên mezin ên veguhestinê tê re derbas dibin.

Dê encamên wan cerbandinan di hefteyên pêşiya me de derkevin. Şênî hêvî dikin ku encamên ceribandinan erênî bin da ku ji azarên rêyên ne baş xilas bibin û barê şêniyan sivik bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din