​​​​​​​Li Kobanê şevbuhêrkek hunerî lidar ket

Bi sponseriya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Navenda Baqî Xido ya bajarê Kobanê şevbuhêrkek hunerî bi tevlibûna hunermend û helbestvanên herêmê li dar xist.

Bi vexwendnameya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê dest bi orgenîzekirina rêzeşevbuhêrkên hunerî û çandî kir.

Şevbuhêrk li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê bi tevlibûna şêniyên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweser lidar ket.

Di destpêka şevbuhêrkê de Hemê Kobanê helbest vegotin û Kamil Hesen, Ezîz Kendal stran vegotin. Her wiha hunermend Bêrîvan Wekresan Kobanê stranên girêdayî destana Derwişê Evdê vegotin.

Tê payîn di sala niha de heftê carekê roja Pêncşem di saet 5:00`an de şevbuhêrk lidar keve.

(şx)

ANHA


Mijarên Din