Li Kobanê vekirina werşeyek çêkirina solan

Li Kobanê yekem car werşeyek çêkirina solan bi tecrubeyên xweser û amûrên besît tê vekirin. Ev werşe dê di kêmkirina buhayên solan de rol bilîze.

Ji ber şerê li Sûriyê qada pîşeyî gelek zirar dît. Piraniya kargehan ji ber şer ji destpêka 2011`an ve hatin girtin an jî ji hêla çeteyên Tirkiyê ve hatin dizîn.

Qada pîşeyî rolek sereke û bingehîn di geşpêdana bazirganî ya herêmî dilîze. Ew sûra ku rê li pêşiya anîna kelûpelan ji derve digire.

Wek însiyatîfekê şêniyê ji Kobanê bi navê Fêsel Subhî Mihemed û hevalê wî Ibrahîm Mihemed werşeya hilberandina solan li gorî daxwazên sûkên herêmî û bi bihayên kêmtir vekirin. Ev werşe dê barên şêniyan sivik bike.

Di werşeyê de 8 karker û pîşesaz kar dikin. Rojê zêdetirî 100 solên jinan bi pîvanên cuda û zêdetirî 40 modelên cuda hildiberînin.

Mihemed dibêje mîna van kargehan di herêmê de kêm in. Kalîteya hilberînên kargehê mîna ya biyanî ne û bi lêçûnên kêmtir.

Mihemed wiha domand: “Em hewl didin ku berhemên me barên şêniyan sivik bikin. Ji ber ku em ê berhemên xwe ji berhemên ji derve tên kêmtir bifroşin. Hema bêje kalîteya her du hilberînan mîna hev in. Ji ber ku em madeyên biyanî di çêkirina solan de bikar tînin.”

Fêsel Mihemed bang li odeya bazirgan û pîşesaz a herêma Firatê kir ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin, veguhestina di navbera bajaran de û anîna madeyên pêwîst li gel qedexeya heyî hêsan bikin.

Mihemed û tîma xwe rojane ji saet 07:00`an heya saetên derengiya şevê kar dikin da ku pêdiviyên sûkan ji solan peyda bikin. Her wiha hêvî dikin ku hilberîna xwe zêde bikin ji bo pêdiviyên sûkên bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bikin.

Di nav sûkan de cudabûna bihayên solên werşeyê ji yên di nav sûkan de hin caran digihêje 3 hezar lîreyên Sûriyê yan jî kêmtir an jî zêdetir.

Mîna van kargeh û werşeyên ku berhemên herêmî hildiberînin, gelek girîng in. Ji ber ku pêdiviyên herêmê bi bihayên kêmtir peyda dikin.

Kelûpelên ji derveyî herêmê tên buha ne, ji ber ku lêçûnên veguhestinê, gumrik û qezenca bazirganan dikeve ser heya bigihêje mizaxetker. Hin caran buha digihêje du qata bihaya bingehîn an jî zêdetir.

Ji ber ku hilberîna herêmî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kêm e. Bazirgan neçar dimînin hilberînan ji derve bînin. Ew jî dibe sedema buhabûna kelûpelan. Bi taybet li gel daketina nirxa lîreya Sûriyê li hemberî diravên biyanî.

Pisporên aborî dibêjin divê saziyên Rêveberiya Xweser piştgiriya projeyên hilberîna herêmî di warên cuda de bikin da ku rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda bibe û pirsgirêka buhabûnê çarebibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din