Li Kobanê xaniyên xirabûyî xeteriyê li ser jiyana şêniyan çêdikin

Şêniyên bajarê Kobanê li bakurê Sûriyê, ji ber hebûna avahiyên ku di encama şerê li bajêr de rû daye wêran bûne bi gilî û gazinc in. Şênî dibêjin ew avahî ji bo wan xeter in û bang li şaredariyê kirin ku çareseriyên guncaw peyda bikin.

Heta niha jî şopên şerê mezin ê bajarê Kobanê ku di dawiya sala 2014’an pêkhatî li kolanê bajêr bala mirov dikişînin. Hîna jî hejmarek avahiyên ku ji ber şer wêran bûne hene. Şêniyên bajêr wan avahiya wek jêdera tehdîdekê dibînin. Ji ber wê bi gilî û gazinc in.

Çeteyên DAIŞ`ê di navîna Îlona 2014`an de êrîşî Kobanê kirin û şervanên YPG û YPJ`ê li hemberî çeteyan sekinîn. Şer 134 rojan berdewam kir. YPJ û YPG’ê bajar di 26’ê Çileya 2015’an de rizgar kirin.

Di encama wan şeran de bajarê Kobanê bi awayekî mezin wêran bû û taxên wê bi erdê re dûz bûn. Rêjeya wêraniyê gihaşt ji sedî 75. Lê piştî çend mehan ji rizgarkirina bajêr, tîmên jinûveavakirinê carek din bajar geş kirin û avahiyên wêran bûne rakirin.

Tevî wê jî hejmarek ji wan avahiyan di nav bajêr de mane. Şênî ji ber ku wan weke jêderek tehdîd dibînin, bi gilî û gazinc in.

Di vê dawiyê de hejmarek şêniyên bajarê Kobanê, giliyên xwe gihandin Şaredariya Gel da ku wan avahiyan rakin. Ji ber ku beşên ji wan avahiyan li ser serê sivîlan, dikan û malan dikevin.

Şêniyê bi navê Umer Semû Cuma ji ajansa me re axivî û diyar kir ku beş in ji wan avahiyan bi ser dikana wî ketine, di encamê de zirar gihaştiye dikanê.

Li gorî gotinên Cuma, wî li cem Şaredariya Gel gilî kiriye, lê şaredarî bersîv nedaye daxwaza wî.

Hejmarek ji avahiyên wêrankirî di nav kolanên sereke yên bajarê Kobanê de hene. Ew jî jiyana kesên ku li nêzî wan avahiyan dimeşin dikin xeteriyê.

Pirî caran zarok di nav wan avahiyan de dilîzin beyî ku kesek asta xeteriyê li ser wan binase. Şaredariya bajar li hember vê pirsgirêkê bêdeng e. Rêveberiya şaredariyê girêdayî vê mijarê daxuyaniyek neda.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din