Li Kobanê Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûrî hat avakirin

Yekemîn Koordinsyona giştî a Yekîtiya Parêzeran civînek bi armanca  avakirina yekîtiyeke parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kobanê lidar xistin.

Li Kobanê bi durişmeya ‘Bi  hev re pêşxistina pîşeya parêzeran ji bo pêkanîna dadî û avakirina civakek bi exlaq’ Koordinsyona giştî  ya  Yekîtiya Parêzeran civînek lidar xist. Yekîtiya parêzerên Herêma Firat, Cizîrê, Minbic û Reqa beşdarî civînê bûn.

Di civînê de 50 parêzerên Firatê, Minbic, Reqa û Cizîrê amade bûn. Di civînê de parêzer Bedirxan Edî rewşa siyasî nirxand. Edî dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê, rizgarkirina herêmên dibin dagirkeriya DAIŞ’ê, serkeftina QSD’ê, mijara danûstandina MSD’ê û Rejîmê nirxand.

Di berdewamiya civînê de waneyeke li ser rastî û xebata parêzeran ku bi çi awayî karê xwe pêk bînin, rêxistina hundir a parêzeran hate xwendin.

Paşê parêzeran xwe yek bi yek da nasîn.

Civîn bi hilbijartina 5 parêzeran ji bo Yekîtiya Parêzeran li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ku navenda wê li Kobanê ye hatin pêşniyar kirin. Kesên hatîn pêşniyarkirin du jin û sê mêr bûn. Navê wan kesên hatîn pêşniyarkirin ev in; Rewda Mele Xelîl, Ehlam Salih, Ehmed Hecî, Berxan  Etî û Elî Reqa.

(hh/şm)

ANHA


Mijarên Din