Li Kobanê zarokek di encama guleyeke bê serûber de birîndar bû

Zarokekî ku li gundê Şêx Çopan başûrê bajarê Kobanê li ser karê xwe bû, di encama guleyeke bê serûber ji destê xwe birîndar bû.

Zarokê bi navê Cinêd Mamed Osman ê 12 salî di encama guleyeke bê serûber ji  destê xwe de birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneya Kobanê.

Gule ji destê zarokê ku duh birîndar bû, derxistin, lê zarok hîna di nav nivînan de ye.

Zarokê birîndar ji ANHA re got ku dema ew birîndar bû, di yek ji medcenên gundê Şêx Çopan başûrê bajarê Kobanê de dixebitiya.

Ajansa me beriya niha di Hezîrana çûyî de raporek derbarê xeteriyên gule reşanê ku jiyana sivîlan dike metirsiyê weşand.

Li gorî komîteya tenduristiyê ya kantona Kobanê, ku ji dîroka 20`ê Çileya 2018`an heta 20’ê Gulana 2019’an, hejmara sivîlên ku ji ber gulereşandina bê serûber birîndar bûne  33 kesan in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha tu hemleyên hişyariyê ji bo welatiyan derbarê zirarên gule reşana bê serûber de nehatiye destpêkirin.

ANHA


Mijarên Din