​​​​​​​Li Koçerat û Tirbespiyê xwepêşandanên piştgiriya berxwedana Heftanînê

Xelklên Tirbespiyê û herêma Koçerat ên girêdayî kantona Qamişlo êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bi xwepêşandanan berxwedana dîrokî ya Heftanînê silav kirin.

Pêkhateyên bajarokê Hilwa yê navçeya Tirbespiyê bi xwepêşandaneke girseyî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Başurê Kurdistanê şermezar kirin û her wiha bang li civaka navnetewî kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyne.

Xwepêşandêr li pêşyia Şaredariya Gel a bajarokê Hilwa kom bûn, pankêrtên ku êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin, rakirin û berxwedana Heftanînê silav kirin. Xwepêşandanê heta xeta tirênê berdewam kir. Li wê derê hevseroka Meclisa Bajarokê Hilwa Fehîma Timo daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di van rojên dîrokî de ku rastî bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê a zindanan û Şoreşa Rojava tê, her wiha serkeftinên Tevgera Azadiya Kurdistanê li dijî siyasetên desthilatdariya Osmanî, em berxwedana bêhempa ya vê dawiyê li Heftanîn û Qendîlê li dijî dewleta Tirk a dagiker tê meşandin, silav dikin. Di wê berxwedanê de Hêzên Parastina Gel HPG û Hêzên Parastina Jin YJA-Star destanên lehengiyê li dar dixin. Her wiha em topbarana dewleta Tirk a dagirker ji gund û dibistanên Başurê Kurdistanê re, şermezar dikin. 

Em weke Meclisa Bajarokê Tirbespiyê êrîşên barbarî yên li ser Herêmên Parastina yên Medyayê, gelê me û hêzên me yên leşkerî şermezar dikin û bang li civaka navnetewî û gelên têkoşer û azad dikin ku destekê bidin gel û hêzên me û sînorekê ji sûc û binpêkirinên dewleta Tirk re deynin". 

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Heftanînê bi dawî bû.

Di heman derbarê de li ser bangawaziya Partiya Yekitiya Demokratîk û Meclisa Herêma Koçerat, bi sedan şêniyên Koçerat li ber avahiya Şaredariya Gel a Xana Serê ya girêdayî herêma Koçerat a kantona Qamişlo kom bûn.

Çalakvanan sûcên dewleta Tirk a faşîst, topbarankirina gundên başûrê Kurdistanê û siyasetên wê yên guhertina demografiya herêmên ku dagir kirine, şermezar kirin.

Şêniyan wêneyên şehîdan, al û sembolên kurdî hildan û sloganên silavkirina berxwedana HPG, YPG, YPJ û QSD`ê berz kirin.

Meş li rêya Xana Serê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm axivî û berxwedana Heftenînê silav kir.

Ebdulrehîm destnîşan kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heftenîn û başûrê Kurdistanê armanc dike tecrûbeya Rêveberiya Xweser a li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar ava bûye, tune bike.

Her wiha Ebdulrehîm di axaftina xwe de got: “Êdî planên dewleta Tirk ji tevahiyan re diyar bûne, ew bi rêya destwerdana di Lîbya, Yemen, Somal û Ermenistanê dixwaze Osmaniya nû vejîne. “

Ebdulrehîm di dawiyê de got piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kirin û herêmên xwe bi rêve birin, planên dewleta Tirk hatin pûçkirin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana HPG û QSD`ê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din