Li konê çalakiyê: Em ê rêya şehîdên Berxwedana Rûmetê bişopînin

Şêniyên di bin konê çalakiyê yê li bajarê Minbicê diyar kirin ku hemû pêkhate dê li kêleka hev bin da ku meşa şehîdên Berxwedana Rûmetê bişopînin, her wiha sînevizyonek li ser komkujiyên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Serêkaniyê pêşandan.

Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê di roja 3`emîn a xwepêşandana nerazîbûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Di bin konê çalakiyê yê li bajêr hatiye vedan, sedan şêniyên bajêr û endamên rêveberiyê kom bûn, da ku piştgiriya xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bidin diyarkirin.

Di çalakiyên roja 3`yemîn de gelek axaftin hatin kirin, bi navê Meclisa Jin Endama Rêveberiya Meclisê Naciyê Hec Mihemed axivî û wiha got: "Di destpêkê de em bejna xwe li hemberî şehîdan û şehîdên Berxwedana Rûmetê û bejna xwe li hember wan zarok û jinên ku tu sûcê wan tine bû, tenê ku li xaka xwe hez dikin ditewînin.”

Naciyê wiha domand: "Dagirkeriya Tirkiyê çeka kîmyawî dijî gelê me li Serêkaniyê bikar anîn, tevî ku hevpeymana agirbestê jî heye, bila hemû kes bizane ku şerê bi dagirkeran re erka ku jinan daye ser milê xwe û em bawerin ku dê serkeftin para me be."

Her wiha Endama Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jinelojî li Minbicê Yasmîn Qaco îşaret bi girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyan kir û wiha domand: "Em ê bi hemû pêkhateyên xwe ji Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkes û bi hemû olan em ê meşa şehîdên Berxwedana Rûmetê dewam bikin û dagirkeriya Tirkiyê têk bibin.”

Her wiha Endama Rêveberiya Komîteya Jin a Minbicê Zehîde Ishaq diyar kir ku konê çalakiyê tê wateya konê rûmetê û konê serbilindiyê.

Her wiha sînevizyonek der barê sûcên dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate pêşandan.

Paşê hevseroka Yekitiya Rewşenbîran Fatime El-Hemîd helbestek li ser şehîdan pêşkêş kir, bi wê çalakiyên kon bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din