Li Koreya Başûr têkildarî moşekên Koreya Bakur civîna awarte

Rêveberiya serokatiya Koreya Başûr civîneke awarte ji berpirsên payebilind ên ewlehiya  welêt re li dar xist. Ev yek piştî ku Koreya Bakur moşekên xwe ji berava rojhilat ber bi Deryaya Japon ve avêtin, pêk hat.

 

Ajansa Renhab a Koreya Başûr li ser zimanê berdevka rêveberiya serokatiyê Kim Min Jong ragihand ku civîneke awarte ji berpirsên payebilind ên ewlehiya welêt re li dar xist. Ev yek jî piştî ku Koreya Bakur moşek avêtin pêk hat, her wiha tekez kir ku beşdar rewşa heyî çavdêr dikin û agahiyan ji nêzîk ve bi DYA`yê re parve dikin.

Li gorî Kim Min Jong, gerînendeyê buroya ewlehiya neteweyî ya rêveberiya Chung Yae Young serkêşiya civînê kir.

Desteya Hêzên Çekdar a Koreya Başûr ragihand ku gelek moşek hatin avêtin û bi dirêjiya di navbera 70-200 km de çûn. Her wiha Wezareta Parastinê ya DYA’yê îro ragihand ku ew nikare raporên girêdayî avêtina moşekan piştrast bike lê ew ê lêkolîn bike.

(jo)


Mijarên Din