Li Kurdistanê rewşa rojnamegeriya Kurdî

Rojnamegerên çar parçeyên Kurdistanê rewşa rojnamegeriya Kurdî li herêmên xwe nirxandin û gotin: “Ji pêla destpêkirina rojnamegeriya Kurdî heya niha heman êrîş û astengî li dijî derxistina heqîqatê berdewam dikin.”

Bi rasthatina 121’mîn salvegera  Roja Rojamegeriya Kurdî ajansa me xwe gihand çar perçeyên Kurdistanê û bi rojnamegerên herêman re hevdîtin pêk anîn.

Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan rewşa ragihandina Azad ya li Bakur û Tirkiyê nirxand.

Di 22'ê Nisana 1898'an de ji aliyê malbata Celaded Elî Berdirxan ve li paytexta Misirê  ya Qahîreyê yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê "Kurdistan" hat çapkirin. 22’ê Nîsanê wekî salvegera rojnamegeriya Kurdî tê pîroz kirin. Ev rojname di sirgunê de derket. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek rojname û kovarên ku derdiketin dihatin girtin. Herî dawî rojnameya Azadiya Welat ku di sala 1992'an de bi rojnameyên Welatê Me û Welat ên heftane dihatin weşandin re, dest bi weşanê kiribû. Azadiya Welat  di 28'ê Tebaxa 2016 hate qedexe kirin. Heya niha jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser ragahandina Kurdî berdewam dikin.

120 rojn hatin qetilkirin

Boltan destpêkê roja rojnamegeriya Kurdî li hemû xebatkarên ragahanadina azad û şehîdên ragihandinê pîroz kir. Boltan bi bîrxist ku rojnamegeriya Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tikriyê gelek caran rastî êrîşên hovanê, qetilkirin, îşkence, girtin, talankirin a dewleta Tirk hatine. Boltan anî ziman ku rojnemegeriya Kurdî ji êrîşên ser gelê Kurd du kat zêdetir di nav zextê de ye. Boltan got: “Ji salên 90’î ve rojnameger bi awayekî hovanê hatin qetilkirin. Heya niha 162 rojnemger. 120 jortir jî rojnameger hatine qetilkirin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hemû zor û zexmetî ji aliyên dewleta Tirk û aligirên dewleta Tirk ve hat kirin.”

‘Kuştina  rojnamegeran û hilweşandina rojnamegeriya Kurdî hedef e’

Boltan destnîşan kir ku rojnamegeriya azad xwe disperê rastiyê û  ji bo wê jî bi tu awayî têk neçû. Boltan diyar kir ku rojnamegeriya azad hêza xwe ji zagona derxistina rastiyê werdigre û got: “Ev derxistina rastiyê dewleta Tirk har dike û bi awayê çavsorî êrîşî rojnamegeran dike. Armanca Tirkiyê hem kuştina  rojnamegeran hem jî hilweşandina rojnamegeriya azad e. Lê têkoşîna ku tê dayîn van armancan vala derdixe.”    

‘Li Tirkiyê rojnemegerî hatiye qedandin’

Boltan diyar kir ku rojnamegeriya Kurdî bi gelek aliyan ve rojnamegeriya Tirkiyê jî bandor kiriye û got: “Rojnamegeriya Tirkiyê îflas kiriye. Rojnamegerên Tirk bi şermokî dibêjin ku ne ji berxwedaniya rojnamegeriya Kurd ba kesî nikarîbû li Tirkiyê qala rojnamegeriyê bike. Ew dibejin ku rojnamegeriya Tirkiyê ji sedî 95 di nav lepên dewleta Tirk de ye. Rojnamegerî dema di lepê dewletekê de bê êdî ew ne rojnamegeriyê. Li Tirkiyê rojnamegerî hatiye qedandin û rojnamegeriya azad her diçe li Tirkiyê xwe bi rêxistin dike. Rojnamegeriya Tirkiyê di çarçoveya pere de ye. Gelek kesan dev ji rojnamegeriyê berdane û di beşên dewletê de kar dikin. Dema ku dewlet bibejê ez ê pera bidim were polîstî û rojnamegeriyê bike nabejin na. Lê li Kurdistanê rojnamegerî têgihiştin û famkirine. Rojnamegerên li vir ser rihê afirandina azadiyê û pêşkêşkirina hişmendiya azad tev digerin. Rojnamegeriya Kurdî li Tirkiye û cîhanê wekî rojnamegeriya alternatîf xwe derxistiye pêş.”

‘Hêz ji paradigma Apê Mûsa tê girtin’

Boltan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ser ragihandina azad wê bi gotina Apê Mûsa ‘Êdî Bes e’ li berxwe bidin û got: “Ev paradîgmaya Êdî Bes e li dijî hemû êrîşan hêz dide mirov.” 

Pêşkêşvanan Ronahî TV Xezne  Nebî  tekîldarî rojnamegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.

Dîroka çapemeniya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê  bi kovara "Hawar" ku Mîr Celadet Bedirxan di 26’ê Cotmeha 1931'an de bi destûra hikûmeta Sûriyeyê derxistiye destpê dike. Lê hejmara yekemîn a Hawar ku zimanê Kurdî weşan dikir di 15’ê Gulana 1932'an de hate derxistin. Taybetiya vê rojnameyê di dîroka çapemeniya Kurdî de ew e ku cara yekemîn bi alfabeya latînî hatiye derxistin. Kovar piştî 57 hejmaran di 15’ê Tebaxa 1943'an de hate girtin. Piştî vê demê rojname û kovarên ku derdiketin dihat girtin. Ji ber polîtîkayên înkar û tunekirinê, her wiha astengiyên li pêşiya ramanê yên hêzên desthilatdar, çapemeniya Kurd jî, rastî gelek zor û zehmetiyan hatiye. Ji bo wê jî karên xwe piranî bi veşartî meşandin.

Ji rojnemegeriya veşartî ber bi xebatên eşkere ve

Xezne  di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku rojnamegeriya Kurd wekî jiyana gelê Kurd di bin zexta deshiladariya Rejîmê de hat destpê kir û got: “Li Rojavayê Kurdistanê jî rojnamegerî xwedî bingehek dirêje. Ev bingeh  bi rêbazekî veşartî dimeşiya.  Bandoriya zexta Rejîmê li ser karê rojnamegreriyê gelek hebû. Bi azadî  dîmen an jî nûçe nedihatin çêkirin. Lê her çiqas zext zêde dibû hêz û baweriya lidarxistina rastiyê û zexta ku tê meşandin jî zêde dibû. Xebatkarên rojnamegeriyê ne pisporbûn, li gorî pêwîstiyê ji asta yekem destpê kirin. Xebatkarên rojnamegeriyê li gor zanebûn û lêgerîna xwe tev digeriyan. Gelek astengî hebûn lê astengiyan hêz dida xebatkaran.”

Di nav şer û avakirinê de ragihandina Kurdî

Xezne  diyar kir ku bi şoreşa Rojava re xebatên ragihandina Kurdî pêş ket û got: “Li Rojavayê Kurdistanê du xet bi hevre dimeşin. Yek şer e, yek jî ava kirine. Ji bo wê gelek astengî derdiketin. Her çiqas em hewildidin bigîhişin dengê civakê lê hinek dûrbûn pêk hat. Ev kêmasî di bingeh de xwe disperse nepisportiyê. Divê em hîn zêdetir bi civakê re bibin yek û hin zêdetir asta şoreşa Rojava derbixin holê. 

Ragihandina Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di şoreşê de rolek gelek mezin û girîng leyîst. Têkçûna çeteyên DAIŞ bi riya ragahandinê dihat şopandin. Di şopandina şer de gelek hevalên me wekî Rizgar Denîz, Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Mustafa Mihemed şehîd ketin.”

‘Rojnamegerên jin bi hêzêk mezin dimeşin’

Xêzne diyar kir ku Şoreşa jinê ya Rojava bandorî li xebatên ragihandinê jî kir û wiha pê de çû: “Nûçegîhantiya şer di nava rojnamegeriya Kurdî de di riya jin de gelekî pêş ket. Yên ku di şerê Rojava  di qadên pêşde şer dişopandin jin bûn. Di hemleyan de gelek rojnameger nikaribûn pêşde herin lê jin bi hêzek mezin dimeşiyan. Di cîhanê de dûyemîn televîzyona xweser Jin Tv, ajanasa Jinnews, kovarên xweser li Rojava ye Kurdistanê  xebatên xwe didin meşandin. Ev xebatên rojnamegeriya jinan li dijî çanda şerm, gûneh, zihniyeta kevneperst derdikevin.  RaJin mînaka têkoşîna jina azad e ku dengê têkoşîna azad dide. Ragihandina Rojava ji bo derve êdî bûye çavkanî.  Li Rojavayê Kurdistanê yên ku  karibe agahiyên rast ragihîne ragihandina Kurd ya azad e.”

Xezne di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelek rojnameger li ser xeta ku Leyla Guven dimeşîne şehîd ketine û got: “Em vê rojê li Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê piroz dikin. Xwedîderketina berxwedaniya ku di pêşengtiya Leyla Guven de hatiye destpêkirin, xwedî derketina rastiya têkoşîna ragihandina azad e.”

Edîtora beşa Soranî ya ajansa Rojnews Şîna Fayiq têkildarî xebatên ragahandina Kurdî li Başûrê Kurdistanê axivî.

Şikefta Cesanê de çapxana Kurdî

Şîna Fayiq diyar kir ku ji destpêkê dîroka derketina rojnamegeriya Kurd li Başûrê Kurdistanê heya niha heman astengî hene û wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê rojnamegerî sala  1920’an bi yekem çapxanêya Silêmaniyê bi rojnameya zimanê Kurdî ya bi navê Pêşkewtin destpê kiriye. Ev rojname ya heftane bû. Rojname  di 1922’an de hat girtin. Di sala 1923’an de dema ku Îngilîz cardin êrîşî Silêmaniyê dikin, Şex Mahmûdê Berzencî li hember êrîşan disekine û çapxaneyekê li şikefta Cesanê vedike û dest bi weşana rojnameya Bangî haq dike. Guhartinên di aliyê rewşa siyasî de çê dibin yekser bandorê li ser rojnamegeriya Kurdî jî dike. Mînak ji sala 1963’an heya 1967’an bi guherina rewşa siyasî tu rojname û kovar nikarîn weşanê bikin. Heya roja me ya îro jî bandoriya rewşa siyasî li ragihandina Kurdî dike.”

Li Kerkûkê Rojnews qedexe ye

Şîna diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê ji ber deshiladariyan rojnamegeriya Kurdî pêş neket û got: “Rojnamegeriya di bin gefên hikûmeta Iraqê de kar dikirin. Di komkirina agahiyan de gelek astengî dihat kişandin. Ajansa Rojnews li Kerkûke heya niha nikare kar bike. Ev jî ne demokrasiya Iraqê derdixînê holê.”

Ji  2003’an 470 rojnameger hatin qetilkirin

Şîna balkişand ser qetilkirina rojnamegeran û got: “Li Iraq û Başûrê Kurdistanê piştî 2003’an heya niha 470 rojnameger di nav de Zerdeşt Osman, Kawa Germîyanî, Wedat Hisen hatin qetilkirin. Li ser qetilkirina rojnemegeran bêdengî heye û tu lêpirsîn nayê kirin. Lê di cîhanê de qetilkirina rojnemegerê bi navê Cemal Kaşikçi gelek ket rojev ê. Ji ber rojnamegeriya Kurdî li dijî deshiladariyê disekine her tim dibe hedef û nayen qabûl kirin.”

Rojnamegerê Rojhilatî, Karwan Hewram li  Rojhilatê Kurdistanê rewşa rojnamegeriya Kurdî nirxand.

Hewram anî ziman ku rojnamegeriya Kurdî  li Rojhilatê Kurdistanê dema Komara Mahabad bi lidarxistina kovara Kurdistan re dest pê kiriye û got: “Kovara Kurdistan 11 mehan berderwam kir. Piştî rûxandina komara Mahabad  xebatên ragihandina Kurdî hat rawestandin. Rejîma Îranê ragihandina Kurdî qedexe kir û ragahandina Farisî pêş xist. Rojname, pirtûkên Kurdî û kovar qaçax derbasî Rojhilat dibûn. Rejîma Îran li ser esasê netewdewleta Farisî ku hatibû demazrandin kesên ku parastina zimanê Kurdî dikir û li  hember Rejîmê serî hilda yan koçber dibûn yan jî dihatin girtin.”

‘Ragihandin di bin sîxûrtiya rejîma Îranê de ye’

Bi şoreşa 1979’an re hin derfet ji bo ragihandina Kurdî derket. Lê bi darbeya şoreşa 1979’an wekî darbeyeke ser rojnamegeran û li dijî hemû gelan bû. Di vê demê de zextekî gelek mezin li ser ragihandina Kurdî hat kirin, çapxane hatin girtin. Rejîma Îranê gelek rojnameger qetil kirin, êdî ragihandina sixûr destpê kir. Hemû dezgehên ragihandinê ketibûn bin qontrola sixûrên îstîxbarata Îranê. Ev jî bû sedem ku gelek rojnameger û siyasetmeder ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. 

‘Îran di pêşketina ragihandinê de mirina xwe dibîne’

Hewram diyar kir ku di her du salên dawî de rojnamegerên herêmê bi riya medya civakî û înternetê agahiyan parve dikir û got: “Hewildanên rejîma Îranê ji bo derfetên belavbûna agahiyan bigre heye. Herî dawî rejîma Îranê medya civakî wekî twitter, Instagram girt. Bi van rêbazan gelê herêmê bi derewan dixapînin. Rejîma Îranê pêşketina ragihandina Kurdî wekî mirina xwe dibîne. Rejîma Îranê dixwaze di riya ragihadinê de perçebûnê texê nava civak ê. Divê rojnamagerên Kurd li hember vê hişmendiyê hişyar bin.”

ANHA   


Mijarên Din