Li Kurdistanê wateya jiyanê: Xweparastin - 1

Di dîrokê de civakên ku karîne hêza xwe ya xweparastinê zindî bihêlin, karîne xwe li ser pêyan jî bigirin. Civakan zimanê xwe, çanda xwe, aboriya xwe, bi kurtasî ji bo ku hebûna xwe bidomînin, bi parastina xwe karîne hebûna xwe berdewam bikin.

Parastina rewa, tevî ya çekdarî çavkaniya xwe ji rêgezên demokratîk ên hemdem digire.

Civakên ku hêza xwe ya xweparastine tune bûn an jî lawaz bûn, ji aliyê hêzên dewletdar ve di komkujiyan re hatin derbaskirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje “Mafê parastina rewa, di her astê û di her demê de li dijî nirxên jiyanî neheqî heta hebe, şert û mercên heyî çi dibin bila bibin, ya ku divê bê kirin, wek çalakiyeke pîroz parastina mafê hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe ye.”

Erdnîgariya Kurdistanê ji ber girîngiya wê ya stratejîk û dewlemendiya wê, bi hezaran sal e rastî êrîşan tê. Kurd jî li hemberî van êrîşan lawaz be jî, li her qadê bi hêza xweparastinê hatine heta van rojan.

Hem çand û zimanê xwe domandin hem jî bi îradeya xwe ya azad erdnîgariya ku li ser li dijîn, ji bo bikarin bi rê ve bibin, tê dikoşin.

Kurd tu carî li hember hebûna gelên din nebûne gef, lê ji hêla dewletên dagirker ve her tim wek gefekê hatine dîtin û komkujî li dijî wan kirine. Ziman û çanda wan hatiye qedexekirin û erdnîgariya ku li ser li dijîn, hatiye parçekirin û talankirin.

Kurdan, çawa ku di dîrokê de li dijî êrîşên dagirkeriyê xwe parastiye, roja me îro jî li dijî heman êrîşan bi xweparastinê hewl didin hebûna xwe berdewam bikin.

Gotina Ocalan a “Dîrok di roja me de, em di destpêka dîrokê de veşartî ne” ji her demê zêdetir di roja me ya îro de xwe dide hîskirin. Ji bo vê li Kurdistanê wek şêweyeke jiyanê em bala xwe bidin berxwedanên xweparastinê yên 200 salên dawîn.

BERXWEDANA XWEPARASTINA MÎRAN

Di salên 1800’î de Împaratoriya Osmaniyan û ya Îranê ketin pêvajoya jihevbelavbûnê. Dewleta Osmaniyan her ku diçû xaka di bin dagirkeriya xwe de winda dikir û bi pêşketina neteweperestiya Ereban re zehmetî dikişandin. Li beramberî van ji bo pêşiya hilweşandina xwe bigire, dest bi zextkirina li ser Kurdên di bin rêveberiya xwe de kir. Dewleta Osmaniyan ji mîrên Kurdan zêdetir leşker û pere xwestin.

Kurd, di bin desthilata Împaratoriya Osmanî û Îranê de bi pergala mîrtiyê bi awayekî xweser li herêmê dijiyan.

Kurdên bi zanebûna welateke hevbeş tev digeriyan, li dijî împaratoriyê dema êrîş çêdibûn, ji bo parastina welatê xwe tev li şer dibûn.

Împaratoriyên Îran û Osmaniyan yên ku ber bi hilweşandinê ve diçûn, li cîhanê bi pêşketina pêla neteweperestiyê re li ser erdnîgariya Kurdistanê hebûna Kurdan ji bo xwe wek xetere dît û ji bo dagirkirina xaka Kurdan, ketin nav liv û tevgerê.

Mîrên Kurdan li dijî gefên dewletên Îran û Osmanî û li dijî êrîşan wan, xwe bi rêxistin kir.

BABAN

Împaratoriya Osmaniyan, di sala 1806’an de êrîşa xwe ya ewil û herî mezîn li dijî mîrnişîniya Baban a li başûrê Kurdistanê kir. Babanan li dijî êrîşê berxwedaneke mezin li dar xist û artêşa Osmaniyan têk birin. Di sala 1808’an de di encama îxaneta hundirîn de berxwedan tê şikandin û Baban têk diçin. Babanan piştî salan careke din dê xwe bi rêxistin bikira û li dijî Osmaniyan li ber xwe bida.

Karektera artêşa Osmaniyan; di şeran de cihên ku êrîş dibirin ser, piştî şer talan dikirin û kesên sax mane jî qetl dikirin. Kurdan ev baş dizanî, ji bo vê jî ketin nav hewldana pêşxistina hêza xwe ya xweparastinê.

Artêşa Osmaniyan ji bo ku Kurdan bi temamî bixe bin kontrole, her carekê herêmek dikir hedef.

BERXWEDANA SORAN

Osmaniyan êrîşa xwe ya duyemîn a mezin di sala 1837’an de li dijî Mîrnişîniya Soran da destpêkirin. Di şer de kesek bi ser neket. Hevdîtinan dest pê kir. Mîrê Soran yê Rewandûzî, Mîr Mihemed dawetî Stenbolê kirin. Mîr Mihemed dawet qebûl kir û ji aliyê Osmaniyan ve di rêkê de hate qetilkirin.

Êrîşên Osmaniyan her ku diçûn zêdetir dibûn. Kurdan hay ji vê yekê hebû û ji bo bihêzkirina xweparasatinê, hêzên xwe yên leşkerî zêde kirin û çek rakirin.

Dewleta Osmanî ji bo ku bikare berxwedana Kurdan bişikîne komplo çêdikirin.

Pergala mîrtiyê li Kurdistanê aliyê herî lawaz ê Kurdan bû. Dewleta Osmanî ev lawaziya Kurdan bi kar dianî û her carekê êrîşî herêmeke din dikir.

BERXWEDANA BOTAN

Di navbera salên 1842- 1847’an de dewleta Osmaniyan li dijî mîrê Botanê dest bi êrîşê kir. Bedirxanî mîrnişîniya herî mezin a li Kurdistanê bûn. Heke Osmaniyan Bedirxanî jî bi bin bixistana, ji bo talankirina Kurdistanê êdî li pêşiya wan tu astengî nediman.

Erdnîgariya Botanê bi temamî kete nav berxwedanê. Kurdan xwe baş bi rêxistin kiribû. Serhildan her ku diçû ber bi herêmên Kurdistanê yên din ve berfireh dibû. Li ser bingeha xweparastinê topxane hatibûn avakirin û top dihatin hilberandin. Berxwedaneke kurdistanî ya xwedî nasnameya neteweyî derketibû holê. Osmanî li hemberî vê diketin nav tengasiyê lê ji nakokiyên navxweyî yên Bedirxaniyan sûd werdigirtin.

Biraziyê Mîr Bedirxan Êzdînşêr bi dek û dolabên Osmaniyan xapiya û îxanet li Bedirxaniyan kir.

Dewleta Osmaniyan mîrnişîniyên Kurdan dagir dikirin û ji bo birêxistinbûna Kurdan bi temamî ji holê rakin, dest datanîn ser axên wan. Li li dijî dagirkeriyê Kurdên ku li ber xwe didan, komkujiyan lê dihatin kirin, ên mayî jî koçber dikirin.

Mîrên Kurdan, ruxmî ku xetereya Osmaniyan û Îranê dît jî yekitiya xwe ya neteweyî ava nekir. Di dîrokê de di nava Kurdan de xala herî lawaz anku parçebûnê her tim bi Kurdan daye windakirin.

Li ber xwe dan, canê xwe dan, bi lehengî şehîd ketin lê belê nekarîn bibin yek.

BI PÊŞENGIYA ŞÊXAN XWEPARASTIN

Piştî jihevbelavbûna pergala mîrtiyê, Kurdan di nava Osmaniyan de ev pêkhateya xwe ya xweser winda kir. Hin şêxên welatparêz ên ji civaka Kurdan re pêşengî dikir, ji bo rewşa ku tê de ne biguherînin, ketin nav liv û tevgerê. Yek ji van yê destpêkê gav avêt şêxê neqişbendî, Şêx Ûbeydullahê Nehrî bû.  

Di sala 1878’an de Şêx Ûbeydullahê Nehrî li dijî rejîma Osmaniyan û Îranê serhildan da destpêkirin. Serhildan di demeke kin de gihîşt erdnîgariyeke berfireh. Hemû gundên Colemêrgê xwe bi rêxistin kir û tev li serhildanê bûn.

Dewleta Osmaniyan û ya Îranê li hember serhildanê ketin nav tirseke mezin.

Di navbera rejîmên Osmanî û Îranê de nakokiyên bingehîn hebûn. Her du împaratoriyan jî dixwest hev tune bikin. Dema mijar Kurd û Kurdistan be, li dijî Kurdan di êrîşeke hevpar de li hev kirin.

Berxwedana Kurdan a ku bi navê Şêx Ûbeydullahê Nehrî kete nav rûpelên dîrokê, berxwedana herî dawî a Kurdên Botanê li dijî dagirkeriya Osmanî û Îranê ya berxwedana xweparastinê bû. Berxwedana parastina hebûna xwe bû.

Di sala 1639’an de di navbera împaratoriyên Osmanî û Safewî de di encama hevpeymanekê (Qesrî Şîrîn) de Kurdistan bû du parçe. Berteka Kurdan li dijî vê hevpeymanê bi berxwedanê derket holê. Ev berxwedana hê jî berdewam dike.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dema Kurd bê statu hatin hiştin, ev berxwedan hê bi dijwarî berfireh bûn.

Kurdên rojhilatê Kurdistanê, di salên 1919-1922’yan de bi pêşengiya Simko (Simahîl Axa) li dijî dewleta Îranê dest bi berxwedanê kir. Armanc ew bû ku hêzên Îranê ji Kurdistanê derxin. Kurdên li çiyayan xwe bi rêxistin kir, ji Tebrîzê heta Silêmaniyê bi awayekî bibandor xwe bi rêxistin kirin û dest bi serhildanê kir.

Bi pêşengiya Simko Kurdên xwe bi rêxistin kir, heta sala 1930’an li dijî rejîma Îranê serhildanên xwe berdewam kirin. Şahê Îranê Pehlevî ji bo Simko ragihand ku bi Kurdan re dixwaze li hev bikin û ew dawetî Tebrîzê kir. Simko û hevalên xwe dema gihîştin Tebrîzê, li cihê ku ji aliyê rejîma Îranê ve lê hatibûn vexwendin, hatin qetilkirin.

Kurdan li dijî dagirkeran serê xwe neditewand. Dagirkeran pêşengên Kurdan bi komployan didan kuştin, bi vî awayî planên bi temamî Kurdan teslîm bigirin, çêdikirin. Li li dijî vê Kurdan di herêmeke din de li dijî dagirkeran xwe bi rêxistin dikir û serî hildida.

PIŞTÎ SKYES-PICOT BERXWEDANÊN XWEPARASTINÊ

Di sala 1916’an de di navbera Fransa û Brîtanyayê de Hevpeyamana Sykes-Picot, di 1920’an de jî Hevpeymana Lozanê hat mohrkirin û xaka Kurdan kirin çar parçe û Kurd jî bê statu hiştin.

Dewletên emperyalîst ên ku qadera Kurdistanê diyar kir, Kurd bi temamî tune hesibandin û welatê wan dabeş kirin.

Li rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Simko Kurdan li dijî dagirkeran li ber xwe dida, li başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Mehmûd Berzencî li dijî dagirkeriyê berxwedanek hebû.

Kurdan di navbera salên 1919-1930 de sê çaran bi pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî hem li dijî Tirkan hem li dijî Îngilîzan li ber xwe da.

Dewletên dagirker ji bo ku Kurdan qir bikin, her tim êrîş pêk anîn. Kurdan jî li dijî êrîşên dagirkeran her tim bi berxwedanên xweparastinê xwest dagirkeran ji Kurdistanê derxin.

Şêx Mehmûd Berzencî ruxmî hemû êrîşan li ber xwe da û şûnde gav neavêt. Wî jî dizanî ku rizgariya neteweyî bi pevçûnên demkurt nayê qezenckirin, ev şerekî demdirêj bû. Sê caran berxwedan da destpêkirin, têk çû dev jê berneda.

Rizgariya Kurdistaneke serbixwe encax bi berxwedaneke xweparastinê dikarî pêk were. Dewletên emperyalîst ji komkujiyên li ser Kurdan re çavên xwe girtibûn.

KOÇGIRÎ

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke xweparastinê jî Serhildana Koçgiriyê ye. Gelê başûrê rojavayê Kurdistanê li dijî rejîma Tirk di sala 1918’an de bi pêşengiya Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî dest bi birêxistinbûnê kir. Mêr û jinên Kurd li dijî dagirkeran xwe bi çek kir û serî hilda.

Zarîfe ya ku pêşenga berxwedanê bû, li dijî dagerkeriya Tirkan dîroka jinên Kurd a berxwedanê daye nivîsandin. Zarîfe hem bi zanebûna xwe ya leşkerî hem jî ya siyasî li pêş bû, qadroya pêşeng a berxwedana xweparastinê bû. Zarîfe hê jî hişê jina Kurd a berxwedêr e.

Li Kurdistanê rojeke bêberxwedan nîn e. Kurdên dixwest welatê xwe ji dijminên dagirker rizgar bikin û azad bijîn; bi jin, zilam û zarok di refên berxwedanê de cih digirt.

Di nava dijminên Kurdan de bi taybet dewleta Tirk, ji bo Kurdan qir bike, êrîşî her cihî dikir. Kurdan an dê li ser bingeha xweparastinê li ber xwe bida yan jî wê teslîm bibûna.

Gelê Kurd ê qedîm, tu carî êrîşî tu gelan nekiriye. Dema êrîşek li dijî welatê wan çêbûye jî tu caran teslîm jî nebûn. Kurdên ku bi xwînê dîroka xwe nivîsandibû, vê carê jî vê bi berxwedanê dîroka xwe binivîsanda.

LI DIJÎ ‘YAN SERÎTEWANDIN AN MIRIN’Ê,  ‘AN AZADÎ YAN MIRIN’

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Kurdistana ku bûbû çar parçe, yek rojê jî bê berxwedan nemaye. Kurd û Tirkên di heman eniyê de cih girtin û li dijî dijmin şer kirin, dewleta Tirkiye dan avakirin.

Di destûra bingehîn a 1921’an a Tirkiyê de “Komara Tirkiyê welatê hevpar ê Kurd û Tirkan e” tê gotin.

Di sala 1923’yan de Hevpeymana Lozanê hat mohrkirin û Kurdistan kirin çar parçe. Dewleta Tirk, ji bo Kurdan bi temamî ji holê rake, dest bi paqijiya etnîk kir. Li li dijî vê jî li ser bingeha xweparastinê Kurdan xwe bi rêxistin kir û Cemîyeta Azadî ava kir.

Cemiyeta Azadî, ji biryarên komkujiya dagirkeriya Kurd agahdar bû û ji bo vê dest bi birêxistinkirinê kir.

Di sala 1925’an de li dijî êrîşên dewleta Tirk Kurdan bi pêşentiya Şêx Seîd dest bi berxwedana xweparastinê kir.  Berxwedanê zêde neajot. Beriya wê dewleta Tirk ya bi amadekarî bû, di mehên zivistanê ji ber şert û mercên neyînî berxwedan têk bir. Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê li ber Deriyê Çiyê hatin sêdarekirin.

Dema Şêx Seîd ber bi sêdarê ve dimeşî, bi van gotinan bang dikir: “Jiyana min ya vê cîhanê bi dawî dibe. Ji ber ku ez ji bo neteweya xwe dibim qurbanî, qet ne poşman im. Bes tenê bila neviyên me li pêşiya dijminên me, me nedin şermê.”

Piştî Şêx Seîd û hevalên wî hatin sêdarekirin, dewleta Tirk li herêmên Amed, Çewlik, Elezîz dest bi qirkirina Kurdan kir. Bi hezaran Kurd hatin qetilkirin û bi sed hezaran Kurd jî hatin koçberkirin.

  


Mijarên Din