Li Lûbnanê 1`ê Gulanê hate pîrozkirin

Bi boneya Ceja Karkerên Cîhanê Weqfa Newroz a Çandî û Civakî û rêxistinên Lûbnanê, bi beşdariya bi sedan ji Kurdistaniyên Lûbnanê, xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandan ji ber yek ji muzexaneyên li Beyrûtê destpê kir û ber bi Qada Şehîdan a li orta paytexê ve çûn. Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdî hilgirtin, her wiha sloganên"Azadî ji Ocalan re" û"rizgarkirina Efrînê” berz kirin.

Piştî ku xwepêşandêr li Qada Şehîdan kom bûn, daxuyanî ji raya giştî re ku ji aliyê endama Weqfa Newroz, Newroz Sîman ve hat xwendin, hate dayîn.

Di daxuyaniyê de, Cejna Karkerên Cîhanê li hemû şênî, karker û kedkarên li cîhanê û têkoşerên ji bo azadî, demokrasî, sosyamlîzim û hemû gelên bindest li ber xwe didin hate pîrozkirin û hêviya serkeftinê  ji wan re hate xwestin.

Daxuyanî wiha tekez kir:"Kurd li her devrê di nava berxwedanê de ne û civakeke komînalî ku ser bingeha dîmokratiyê ye ava dikin, her wiha civakan li ser bingeha Neteweya Demokratîk rêxistin dikin".

Di dawiya daxuyaniyê de hemû şehîdên Cejna Karkeran hate bibîranîn.

Paşê koma Welatê Rojê stranên gelerî pêşkêş kirin û dîlan hate gerandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din