Li Lîbyayê 205 kes hatine kuştin

Rêxistina Tendurûstiyê ya Cîhanî îro diyar kir ku di encama şerê ji beriya du heftiyan ku li nêzî Terablûsê paytexta Lîbyayê rû dide,  205 kes hatine kuştin ji wan 18 sivîl her wiha 913 kes jî birîndar bûne.

Reuters diyar kir ku şeva Sêşemê top li ser taxeke ku gel bi awayekî zêde têde dijîn, ket.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyekî leşkerî ji Lîbyayê îro ji Spûtink re diyar kir ku balafirên şer dever in ji bajarê Hon ê herêma Cefra ya başûr rojavayê welêt kirin hedef.

Çavkanî destnîşan kir ku balafir li ser bajarê Mesratê digerin û heta niha nehatiye naskirin ku balafirên êrîş pêk anîne yê kê ne.

Bajarê Hon li başûrê bajarê Sert derdora 200 kîlometre dikeve. Di navbera Sert û Misrata de 140 kîlometre heye.

Elmaniya roja Çarşemê piştî nîqaşên der barê projeya agirbestê li Terablûsê bin ket, xwest ku Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî civîneke awarte der barê Lîbyayê de, lidar bixîne.

Li gorî nameya ku şandeya Elmanî ji meclisê re şand, dibe ku Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî îro civîneke girtî lidar bixîne.

(bx)


Mijarên Din