Li Lîbyayê 4 leşkerên dewleta Tirk û çeteyekî sûrî hatin kuştin

Duh bi şev artêşa Lîbyayê ragihand ku di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Wîfaqê û artêşa Lîbyayê ya li eniyên başûrê paytext Terablusê de 4 leşkerên dewleta Tirk û serçeteyekî sûrî hatin kuştin.

Lîderê koma operasyonên herêma rojava ya artêşa Lîbyayê Lîwaa Mebrûk El-Xezewî got: "Sêşema borî di encama dorpêçeke demdirêj a ku endamên leşkerî yên artêşê li eniya Eyn Zarê pê rabûn de, leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin."

El-Xezewî piştrast kir ku serçeteyekî sûrî piştî hat girtin, bi giranî birîndar bû û tevî ew rakirin nexweşxaneyê lê mir, artêşa jî cenaze li cem xwe hiştiye lê dikarin bi rêya Heyva Sor a Lîbyayê cenaze radest bikin.

El-Xezewî diyar kir ku çeteyê sûrî beriya were kuştin îtîraf kir ku 10 leşkerên Tirk û 8 sûrî piştî bi panzeran ew kirine armanc, reviyane, her wiha wan destek ji baregeha Miateqiyê xwestiye lê ji ber dorpêça hatibû ferzkirin, nekarîn xwe bigihînin wan.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Lîwaa Ehmed El-Mismarî duh daxwaz ji dewleta Tirk kir ku bi armanca wergirtine panzera Tirkiyê û cenazeyên di nava wê de, bila peywendiyê bi wan re deynin. Tê zanîn ku artêşê panzêr rûxand û leşkerên tê de jî kuştin.

(eh)


Mijarên Din