Li Lîbyayê çi diqewime?

Li Lîbyayê  bûyer bi lez rû didin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê amadekariyan dike da ku derbasî paytexta Lîbyayê Terablusê bibe. Ji aliyekî din ve Tirkiyê û hikumeta Wîfaq û çeteyên Sûriyê tevgerên xwe li herêmê zêde kirine. Gelo çi li wir diqewime?

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê roja Şemiyê li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kiribû. Di daxuyaniyê de Fermendariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê hişyarî dabû komên "tundrew", milîsên sûcdar, çeteyên biyanî û êrişkeran ku carek din li xwe vegerin û xwe xilas bikin.

Her wiha di daxuyaniya de hate gotin; "Ji bo we pir dem nemaye. Pêşketinên ku hûn di operasyona êrişê de yê hêzên çekdar ên ereb ên Lîbyayê de dibînin, tenê bi tunekirina we û hilweşandina projeya Erdoganê tundrew dê raweste."

Saziya Niştîmanî Ya Petrolê Ya Lîbyayê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku depoyên sotemeniya balafiran li balafirgeha Miîtîqa bi awayekî mezin zirar dîtine.

Saziyê li hesabê xwe yê facebookê wiha nivîsand: "Di sibeha roja Şemiyê 9`ê Gulana 2020`an de depoyên sotemeniyê yên balafirên girêdayî şirketa El-Berîqa ya petrolê li balafirgeha Miîtîqa ya navdewletî bi awayekî mezin zirar dîtine. Karkerên agirkujiyê hewl didin agirên çêbûne vemirînin. Heta ku tîma aloziyê ya girêdayî rêveberiya ewlekariya şirketê karibe zirarên çêbûne binirxîne."

Şirketa El-Berîqa di van demên dijwar de bang kir ku avahiyên şirketê yên stratejîk neyên hedefgirtin.

Nuqteyên di hundirê balafirgeha Miîtîqa li paytexta Lîbya Terablusê duh bi dijwarî bi moşek û topbavêjan hatin topbarankirin.

Ji aliyekî din ve nûçeya qetilkirina serokê istixbarata giştî yê hikumeta El-Seraj Ebdulqadir El-Tihamî wek şokek mezin bû. Bi taybet li gel agahiyên ku destnîşan  dikin ku ew di bin îşkenceya milsîên El-Newaqî de li Terabulsê hatiye înfazkirin.

HEWLDANÊN BÊÇARE YÊN HIKUMETA WÎFAQ

Çavkaniyek berpirs di Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê de di daxuyaniyek taybet de ji ANHA‘yê re got: "Hinek hewldanên bêçare yên hikumeta El-Serac a ku Tirkiye desteka wê dike hene. Ji bo ku her serkeftinekê bidest bixe heta ku li ser hesabê sivîlên bê guneh be. Di demek ne dûr de deriyê El-Recban ê ku tê de karkerên girêdayî saziya hundirîn dixebitîn hate hedefgirtin."

Çavkanî wiha domand: "Em hewldanên wan ji bo ku pêdeçûn û kontrolkirina bargeha Uqbe Bin Nafi El-Wetiye ji bîr nakin ku li wir zirarên mezin di cabilxane û giyanan de dîtin. Piraniya wan çeteyên ji Sûriyê bûn."

Têkildarî eniyên Terabulsê çavkanî destnîşan kir ku artêş amade ye û  li benda fermanan ne da ku derbasî paytextê bibe. Her wiha pêşketinên domdar ên dem demê qezenc dikin da ku nuqteyên çeteyên Sûriyê û milîsan kontrol bikin.

Girêdayî nûçeya qetilkirina serokê istixbarata giştî yê hikumeta Feyiz El-Serac, Ebdulqadir El-Tihamî, heman çavkanî îşaretpê kir ku têkildarî mijarê hikumeta El-Serac bêdenge. Her wiha bal kişand ser ku agahiyên wan qetilkirina rêxistinên alîgirên Xalid El-Şerîf El-Tihamî beriya ku bigihêje Lîbyayê da ku vê erka girîng û hesas werbigire destnîşan dikin.

TEVGERÊN ZÊDE YÊN RÊVEBERÊN EL-WÎFAQ Û ESFERÊN TIRK

Çavkaniyên ragihandinê yên Lîbyayê beriya du rojan ragihandin ku Xalid El-Şerîf yek ji rêveberên koma Lîbyayê ya şerker tevî hejmarek esferên Tirkiyê beriya çend hefteyan bi awayekî veşartî vegeriyan Terablusê.

Çavkaniyan diyar kirin ku El-Şerîf li otêla El-Miharî a li navenda Terablusê civînan bi fermandarên meydanî yên tundrew re yên ku tev li operasyonên terorîst li dijî hêzên artêşê li eniyên Terabulsê bûne li dar dixîne. Her wiha destnîşan kirin ku ew serdanên bilez ji Tunisê çêdike da ku amûrên leşkerî bi rêya sînorên wê bi Lîbyayê re bi koordîneya Partiya El-Nahda hêsanî derbas Lîbyayê bike.

Çavkaniya îşaretpê kirin ku El-Şerîf hewl dide qeşo bi navê Heres El-Watanî (Pasdarên Niştîmanî) dûrî saziyên ewlehî û leşkerî vejîne. Hinek endamên tundrew ji rêveberên meclisên El-Şora yên ku ji bajarên Bingazî û Derne beriya salan revîne, pê re ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din