Li Lîbyayê di navbera komên Wîfaqê de şer

Çavkaniyên taybet ên ji Lîbyayê eşkere kir ku di vê berbangê de di navbera komên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaqê de li herêma Tacorayê şerekî dijwar bi çekên navîn û giran rû da.

Çavkaniyan da zanîn ku di encama şer de heta niha 5 kuştî û gelek birîndar hene. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku koma bi navê "Deman" piştî kuştina endamekî wan bi destê koma "Isûd Tacorayê" sewqiyatên zêde kirin.

Li gorî çavkaniyan, fermandarê koma Deman fermandarê Isûd Tacorayê yê bi navê Nadir El-Ezreq û hevrêyê wî, di civîna wan û navbeynkaran a ji bo agirbestê de, kuşt.

Çavkaniyan da zanîn ku şer ber bi baregeha moşekan a navenda koma Deman ve çû.

Her wiha çavkaniyan bal kişand ser ku rewş metirsîdar e, kesên diçin û tên telefonên wan tên keşfkirin û ambulans li kolanan digerin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din