Li Lîbyayê di navbera Misir û Tirkiyê de siyaseta ‘gezkirina tiliyan’

Şerê ji bo Sirte û Cefrayê bûye mijara asta şerê bilindkirina dawîn di navbera Misir û Tirkiyê de, her wiha Misir hewl dide piştevaniya eşîrên Lîbyayê ji bo rawestandina berfirehbûna dagirkeriya Tirkiyê li welêt bike.

Analîzvan Marco Tolio Lara di gotara xwe ya li kovara National Interest a amerîkî de got Misir dibîne ku destwerdana leşkerî li Lîbayê rizgariya dawîn bi sedema hevrikiyên ewlehiyê li gelek eniyan e, her wiha muhtemel e ne yekser dest bi rêya piştevaniya komên eşîrên Lîbyayê bike.

Hêzên li rojhilat bi serkêşiya artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya bi piştgiriya Rûsya û Îmaratê bi cih bûne, neçar kir ku hêzên hikumeta Wîfaqê ya bi piştevaniya dewleta Tirk ji parçeyekî mezin ji rojavayê Lîbyayê di hefteya dawîn de vekişin.

Hêzên hevalbendên hikumeta Wîfaqê got dê pêşketina xwe piştî serwerkirina li ser baregeha Cefra ya asîmanî û Sirteyê ku bajarê sereke li ser Deryaya Spî ye, rawestîne. Bi wê re jî serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî hişt ku gefên destwerdana leşkerî ya yekser bixwe.

Lê belê destwerdana yekser vebijêrka dawîn ji bo Misirê ye. Ji ber ku divê Qahîre bi dozên wekî bendava Etiyopyayê ya mezin dan û standinê bike, her wiha çalakiyên DAIŞ’ê li Sînaa û hevrikiyên aborî û ewlehiyê ku Koronavîrusê çêkirine.

Serweriya li Sirteyê dê ji bo endustriya petrolê guncawtir be. Ji ber ku dergeha hîlala petrolê ya navendî û rojhilat li Lîbyayê ye. Dê Misir jî li hember hewldanên Tirkiyê yên sepandina lingê xwe li Lîbyayê, destgirêdayî nemîne.

Ji dêvla destwerdana leşkerî li Lîbyayê ya yekser, rêya Qahîreyê ya dan û standinên bi gefên niha re ji bo berjewendiya pêşketina komên qebîleyên lîbyayî ye.

Dê dewleta Tirk û Misir lîstoka “gezkirina tiliyan" bikin ka kî dê destpêkê vekişe. Her wiha şerê leşkerî yê yekser di navbera her du welatan de êdî niha li ser maseyê ye.

(fr)


Mijarên Din