Li Lîbyayê ji Nîsanê ve 562 kuştî hene

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, hejmara kuştiyên ku di şerên ji destpêka meha borî de li paytexa Lîbyayê Terablusê, yên di navbera hêzên artêşa Lîbyayê bi serkêşiya Muşîr Xelîfe Hefter û hêzên hikumeta El-Wîfaq a Wetenî bi serkêşiya Fayêz El- Serac de, zêde bû.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku hejmara qurbaniyên şerê çekdarî li Terablusê gihaşt 562 kesan. Ji nav wan jî 40 sivîl in û 2 hezar 855 birîndar hene, ji nav jî 106 sivîl in.

Lîbya ji dema hilweşîna rejîma Muemer Qedafî di dawiya sala 2011’an de, azarên parçekirina tund di saziyên dewletê de di navbera rojhilat ku meclis û artêşa bi femandariya Xelîfe Hefter û meclisa serokatiya hikumeta El-Wîfaq bi serokatiya Fayêz El-Serac li rojavayê welêt dikin, dikişîne.

(fr)


Mijarên Din