Li Lîbyayê êrîşa hewayî: Mirî û birîndar hene

Li navendeke koçberan a li nêzî paytexta Lîbya Terablûsê êrîşeke hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku 40 koçberan jiyana xwe ji dest dane, 80 kes jî birîndar bûne.

Êrîş li navenda koçberan a li Tajurayê ku banliyoyeke Terablûsê ye hate kirin. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên herêmî, ji ber êrîşa hewayî 40 koçber mirine û 80 jî birîndar bûne.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşa hewayî li xwe negirtiye, lê belê general Halîfe Haftar berpirsyar tê nîşandan ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dike û hewl dide Terablûsê jî werbigire.

Li Tajurayê tevî navenda koçberan her wiha gelek kampên leşkerî yên hêzên tifaqa bi hikumeta yekîtiya neteweyî re tevdigerin hene.

Buroya Lîbyayê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi rêya Twitterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji ber vê êrîşê ew gelekî bi fikar in û destnîşan kir, "Divê sivîl tu carî nebin hedef."


Mijarên Din