Li Lîbyayê xwepêşandana şermezarkirina destwerdana Tirkiyê

Bi hezaran şêniyên Bînxaziyê bi meşekê destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê şermezar kir. Her wiha civînên parlamenterên Lîbyayê yên ku li Qahîreyê li dar dikevin da ku xwe bigihînin plana lihevkirina çareseriya krîza Lîbyayê, berdewam in.

Şêniyên bajarê Bînxazî yê Lîbyayê meşek li dar xist û bang li Tirkiyê kir ku piştevaniya çeteyan a bi çekan rawestîne û pankartên bi nivîsên alîgiriya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê hildan.

Her wiha çavkaniyên El-Erebiye Net eşkere kir ku civîna parlamenterên Lîbyayê ya li Qahîreyê hin pêşniyar pêşkêş kirin û ji wan jî; avakirina hikumeta Wîfa ya Nîştimanî ya Lîbyayê û yekkirina xebata saziyên leşkerî bi giştî û ji bilî amadekirina Wezareta Navxweyî ya Lîbyayê û jihevkirina hêzên çekdar.

Çavkaniyan diyar kir ku avakirina desteya berpirsyar a destpêkirina danîna destûra Lîbyayê ya nû jî di nav nîqaşan de ye.

Artêşa Lîbyayê ji 4’ê Nîsanê ve li dijî hêzên hikumeta El-Wîfaq li derdora Terablusê da ku ji komên çete paqij bike yên ku piştevaniya xwe ji Tirkiye û Qeterê werdigirin, şer dike.

(fr)


Mijarên Din