​​​​​​​Li Lubnanê 8`ê Adarê hate pîrozkirin

Kongreya Star bi boneya 8`ê Adarê şahiyek li paytxeta Lubnanê Beyrûtê lidar xist.

Bi sedan kurdistaniyên li Lubnanê û bi dehan jin tevî endamên rêveber ên Kongreya Star û Weqfa Newroz a Çanda Civakî tev li şahiyê bûn. Şahî li holekê lidar ket. Hol bi wêneyên şehîdên azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin gelek axaftin hatin kirin. jê ya koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah a ku 8`ê Adarê li tevahiya jinan li cîhanê û tevhiya şehîdên azadiyê pîroz kir mîna Hevrîn Xelef, Amara, Arîn, Avesta, dayîka Aqîde û gelek têkoşerên din. Asya anî ziman ku bi saya fedekariyên şehîdan û berxwedana destanî ya jina şervan li hember komên çeteyan û artêşa Tirk a dagirker, jina Kurd û jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne sembola azadiyê ji tevahiya jinan re li cîhanê.

Paşê seroka Weqfa Newroz a Çanda Civakî Henen Osman axivî û Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Ev roj rojek pîroz e. Em dengê jina azad li tevahiya cîhanê vedijînin. Ne tenê roja lidarxistina şahiyan e lê belê roja bibîrxistina tevahiya şehîdan û têkoşerên jin ên ku dengê jinê gihandin vê astê da ku azadiya xwe bidest bixe û bi serbestî roja xwe pîroz bike. Di wek vê rojê de em soza xwe ji tevahiya têkoşeran re dubare dikin ku em ê hertim şopdarên rêyên wan bin heya ku tevahiya jin mafên xwe bidest dixin û azad dibin."

Piştî bidawîbûna axaftinan, koma Welatê Rojê ya stran, stranên şoreşgerî vegotin. Her wiha koma Evîn Botan stranên girêdyaî jinê û şoreşê stran. Di dawiya şahiyê de Koma Eylan a dîlanê berhemên xwe li ber stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Beşdaran xelekên govendê li ber wan stranan gerandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din