Li Lubnanê alozî dewam dike

Hikumeta Lubnanê îro ragihand ku 47 endamên hêzên ewlehiyê yên dewletê, di nav de 4 efser, birîndar bûne û her wiha 59 kes li Beyrûtê hatin destgîrkirin û pevçûn û qutkirina rêyan didome.

Li herêma El-Hemra ya Beyrûtê li nêzî Banka Navendî û Wezareta Hundirîn pevçûnên giran rû dan û heta seatên sibehê di navbera xwepêşandêr û polîsan de dewam kir.

Hêzên ewlehiyê da zanîn ku kesên li pêşiya banga navendî kevir avêtin endamên ewlehiyê û avahiya nobedariyê li pêşiya Banka Navendî şikandin, hewl dan berê xwe bidin bankê.

Hêzên ewlehiyê wiha ragihand: "Piştî domandina şikandina mal û milkên giştî û bi taybet li kolana El-Hemra û cihên cuda, gerînendeyê giştî yê hêzên ewlehiyê ferman da ku bombeyên gazê biavêjin da ku xwepêşandêran belav bikin."

Xwepêşandêrên li Lubnanê li gelek herêman rê girtin ku ev roja duyemîn de di çarçoveya "hefteya hêrsê" de pêk tîne.

Li Sîda û Beqa û li bakurê welêt hîna rêyên sereke girtî ye, her wiha rêyên li Beyrûtê û li rêya giştî li bakur û başûr vekirî ne, lê bang hene ku careke din bigirin.

 (jo)


Mijarên Din