Li Lubnanê istîfakirina wezîran

Wezîrê Jîngeh û Geşkirina Rêveberiyê Dimyanos Qetar û wezîra Çapemeniyê Menal Abdusemed ji hikumetê istîfa kirin. Her wiha parlamenter Neimet Ifram jî xebatên xwe yên li parlamentoyê taloq kirin.

Dimyanos Qetar îstifaya xwe pêşkêşî serokê hikumetê Hesan Diyab kir û wiha got: “Hevrêyên zarokên min di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, ez nikarim wezîrtiya xwe temam bikim."

Li aliyekî din jî Menal Abdusemed ji lubnaniyan lêborîn xwest û got wan nikarî pêdiviyên şêniyan dabîn bikin. Ji lew re ji hikumetê istîfa kir.

Parlamenter Neimet Ifram jî got: "Min xebatên xwe heta dema banga rûniştina kêmkirina wîlayeta Meclisê rawestand. Ez bang dikim ku hilbijartinên parlementoyê pêşwext pêk bên.”

Girêdayî mijarê, serokê parlamentoyê Nebîh Berî ragihand ku dê rûniştinên vekirî yên parlamentoyê ji saet 11’an danê nîvro di pênşema bê de li qesra UNESCO pêk bên. Ew jî ji bo nîqaşên hikumetê li ser trajediya li dijî paytext û gel pêk hatiye. 

Li aliyekî din jî serokê Partiya Hêzên Lubnanê Semîr Ceice bi twittekê wiha got: "Li gel xebatên alîkariyên yên li Beyrûtê, em niha xebata alîkariya komarê bi rêya parlamentoyê dikin. Her wiha peywendiyên guncaw pêk tînin û kedên ji kêmkirina istîfayan dikin. Li gel wê jî xebata hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext dikin."

Batriyark Maronî Mar Beşara Butrus jî wiha pirs kir: "Ma karesata li Beyrûtê û azarên şêniyên wê ne bes in, li gel wê parlamaneterek û wezîrekî istîfa dike. Divê li şûna istîfakirinê bi hestên lubnaniyan û berpirsiyartiyê hîs bikin."

(fr)


Mijarên Din