Li Lubnanê ji bo Ocalan çalakiyek hate lidarxistin

Bi mebesta ku bi lez agahî li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan were girtin Kurdistanî li ber avahiya NY‘yê ya li paytexa Lubnan, Beyrûtê çalakiyek kirin.

Bi sedan kurdistaniyên li paytexa Lubnan, Beyrûtê ji bo bi lez rewşa Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin, çalakiyek li ber avahiya NY‘yê li dar xistin.

Di çalakiyê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên daxwaza azadiya Ocalan hatin hildan.

Bi navê kurdên li Lubnanê daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate got: "Rêber Ocalan ku nûnertiya vîna siyasî ya bi milyonan mirov dike, ji Sibata 1999‘an di encama komployekê de girtî ye. Hikûmeta Tirk li dijî wî tecrîdek giran ferz kiriye û hevdîtina malbat û parêzeran qedexe kiriye. Ev kiryar li dijî hemû qanûn û peymanên navdewletî ne, di nav de madeyên girêdayî mafên mirovan ên di qanûna Tirkiyê de.

Duh jî li girava Îmraliyê şewatek bi zanebûn hate kirin. Ev yek der barê jiyana Ocalan de fikaran çêdike, nemaze ku hikûmeta Tirk rastiya rewşa li giravê eşkere nake.

Em kurdên li Lubnanê tecrîda li ser Rêber Ocalan û şewata bi zanebûn a li girava Îmraliyê şermezar dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku erkê xwe bi cih bîne û destwerdanê bike da ku desthilata Tirkiyê rê bide malbat û parêzeran ku serdana Ocalan bike, tecrîdê rake û der barê şewata li giravê daxuyaniyekî bike, her wiha ji bo azadiya Ocalan bixebite."

Piştî xwendina daxuyaniyê, şandeyek derbasî avahiya NY‘yê û daxwazên xwe pêşkêşî berpirsyarên wir kir.

Di dawiya çalakiyê de dirûşmeyên  banga azadiya Ocalan hatin qîrkirin.

ANHA


Mijarên Din