Li Lubnanê Newroz hate pîrozkirin

Kurdên li Lubnanê li gelek cihan bi komikên biçûk Newroz pîroz kirin.

Ji ber metirsiyên vîrusa Koronayê kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê bi komên agirê Newrozê dadan. Welatiyan li ber stranan û dirûşmeyên silavkirina Newrozê û berxwedana gelê Kurd Newroz pîroz kirin.

Her wiha li ber deriyê malên xwe û kolanan mûm pêxistin.

ANHA


Mijarên Din