Li Lubnanê salvegera damezirandina PYD`ê hat pîrozkirin

PYD`ê bi boneya salvegera damezirandinê ya 19`an şahiyek li Lubnanê li dar xist.

Endamên partiyê, nûnerên Kongra Star û bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meyade Erebo axivî û behsa têkoşîna partiyê ji damezirandinê ve û astengiyên pêvajoya avakirina partiyê kir.

Her wiha Meyade Erebo destnîşan kir ku partî bi vîna têkoşerên xwe pêvajoyên herî dijwar derbas kirin û li hember hemleyên qirkirinê ku ji aliyê desthilata Baas ve pêk dihatin, li ber xwe û ji bo ku hêviyên gel pêk bîne gelek şehîd da.

Meyade Erebo wiha domand: “Partî mîrasa têkoşîna şehîdan e. Divê endamên wê vê mîrasê biparêzin bi rêya xurtkirina asta rêxistinî û sepandina rêgezên partiyê, mezinkirina têkoşînê ji bo avakirina civakeke demokratîk a azad ku wekhevî û edalet tê de serwer e.”

Meyade Erebo diyar kir ku PYD`ê xwe bi gel bi hêz dike, ji bo pêkanîna hêviyên gel ên avakirina pergaleke siyasî ya nenavendî û demokratîk li Sûriyê tê dikoşe.

Bi navê ciwanên PYD`ê şaxê Lubnanê û bi navê Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê axaftin hatin kirin û salvegera damezirandina partiyê hat pîrozkirin. Her wiha rola têkoşer a partiyê, girîngiya rola ciwanan di partiyê de û pêwîstiya xurtkirina karîgeriya ciwanan û birêxistinkirina wan li hember şerê taybet ê li dijî wan, destnîşan kirin.

Di dawiya şahiyê de beşdaran govend li ber stranên koma Welatê Rojê gerandin.

ANHA


Mijarên Din