Li Maliyê êriş: 30 kes hatin kuştin

Artêşa Maliyê ragihand ku di êrişa kesên nenas a li bakurê welêt de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Maliyê vê sibehê daxuyand ku duh li dijî baregeha Tarquent a li bakurê bajarê Gao û Kelefê êrişek pêk hat û nêzî 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Artêşê ragihandibû ku êrişeke terorî li dijî baregeha Tarquentê pêk hat û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 10 kes jî birîndar bûbûn.

Ev êriş ji 4 mehan ve ku di encamê de zêdetirî 30 kesî jiyana xwe ji dest daye, ya herî tund e.

(fr)


Mijarên Din