Li Mare çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan 1‘ê Nîsanê li gundê Tuwês ê Marêyê çalakiyek li dijî çeteyên El-Cehbet El-Şamiyê pêk anî, di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

"Di çarçoveya çalakiyên şervanên me yên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li herêma Efrînê û derdora wê lidar xistin de;

Di dîroka 1’ê Nîsanê şervanên me çalakiyek li dijî seyareyek leşkerî ya koma çete a bi navê Cebhet El Şamiye li derdora gundê Tuwês ya girêdayî herêma Mare lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn."


Mijarên Din