Li Mareyê 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku di 15’ê Tebaxê de li Mareyê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û 3 çete hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûne.

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker berdewam dikin. HRE’yê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di 15’ê Tebaxê de li dijî çeteyên artêşa Tirk li navçeya Mare ya Efrînê çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 3 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Di 15’ê Tebaxê de hêzên me li dijî barageh û çeperên çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li derdora bajarê Mareyê çalakî li dar xistin û bi çekên sivik û navîn ji mesafeyeke nêz ve li çeteyan da. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”


Mijarên Din