'Hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê rewşa kampa Mexmûrê ye'

Abdulkerîm Siko got: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê rewşa Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ye. Divê aliyên siyasî ji bo xizmeta Kurdan hevgirtî bin.”

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan (Partî) û sekreterê giştî yê Yekîtiya Hêzên Partiyên Kurd Abdulkerîm Siko dorpêça ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  ferzkiriye, rexne kir û got: “Wê kêmasiyê hişt ku rêveberiya wargehê daxwaza alîkariyê ji Rojavayê Kurdistanê bike. Tiştek bi serê wargehê were, berpirsyar hikumeta Başûr e.”

Di Wargeha Şehîd Rustem Cûdî de nêzî 12 hezar şênî hene.

Siko destnîşan kir ku gelê Kurd ji her gelî zêdetir li hemberî krîz û nexweşiya cîhanî li ber gefan in.

Siko wiha domand: "Divê ev bibe hevgirtineke di navbera hêzên kurdî de li beramber vê nexweşiyê, nexweşiya Koronavîrusê ji civaka me metirsîdare. Divê cudabuyîna siyasî li pêşiya bi hevre tekoşîna li hember vê nexweşiyê re ne be asteng. Ev tiştek exlaqî ye. Dîrok pêvajoyê tomar dike û dê kî bi erka xwe li hember gelê Kurd rabûye jî tomar bike. Îro dewletên ji netewe û olên cihê pêştevaniya hev dikin, çima em Kurd bi yek destî li dijî vê nexweşiyên nasekinin."

Di dawiya axaftina xwe de Abdulkerîm Siko ji tevahî hêz û partiyên siyasî daxwaza alîkariya koçber û penaberên di kampan de kir û wiha got: "Heke hêzên Kurd li hember vê nexweşî û parastina gel hevgirtî nebin dê yekîtiya siyasî ne pêkan be."

(fr)

ANHA


Mijarên Din