Li Menacîr, Cafa û Esediyê şerên giran dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşî gundên Menacîr, Cafa û Esediyê yên Serêkaniyê kiribûn û QSD`ê bersiva êrîşan dabû, şer heta niha bi giranî berdewam dike.

Têkildarî mijarê, Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl got dewleta Tirk a dagirker agirbestê binpê dike û diyar kir ku dewleta Tirk li gel çeteyên xwe ji rojhilatê Serêkaniyê ji 3 baskan ve êriş pêk aniye û bang li garantorê agirbestê DYA'yê kir ku vê êrişê bide rawestandin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din