Li Menacîr, Esediyê û Çava şer didome

Çete û leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker binpêkirina agirbestê didomîne, êrişî gundên Menacîr, Esediyê û Çava yên Serêkaniyê kirin.

Çete û leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker agirbestê binpêke dike û êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Dagirker ji saetên sibehê ve êrişî gundên Menacîr, Esediyê û Çava yên Serêkaniyê dikin. Şervanên QSD‘ê di çarçaoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan dide. 

Di şerê heta niha li van gundana didome şervanekî QSD‘ê birîndar bû.

ANHA


Mijarên Din