Li Mergedeyê ruxsetên bîrên avê hatin dayîn

Serokê Beşa Dahatên Avê ya Mergedeyê Egle Husên got bi dehan ruxsetên bîrên avê hatin pêşkêşkirin. Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê jî soz da ku mazotê bide cotkarên ku sebzeyên havînê li rex çemê Xabûrê çandine.

Şêniyên bajarokê Mergede yê ku dikeve başûrê bajarê Hesekê, debara xwe bi awayekî bingehîn li ser çandiniyê, bi taybet genim, ceh, garis, pembo û sebzeyên havînê dike û avdaniya wan jî ji çema Xabûr û bîrên ku ruxsetên xwe ji Komîteya Çandiniyê wergirtine, tê kirin.

Komîteya Çandiniyê ya Mergedeyê di Çileya 2018’an de ji hêla Rêveberiya Xweser a Kantona Hesekê ve da ku kar û barên cotkaran li bajarok û gundewarên girêdayî wê hêsan bibe, hat avakirin.

Komîteyê piştî avakirinê dest bi dayîna ruxsetên zivistanê ya zeviyên çandiniyê ya li ser çemê Xabûrê kir. Ew jî piştî rizgarkirina herêmê ji qirêjiya çeteyên DAIŞ’ê yên ku li ser cotkaran astengî dikirin, pêk hat.

Dema ruxsetên ku Komîteya Çandiniyê pêşkêş dike, salek e û bi taybet di zivistanê de. Alîkariya cotkaran ji hêla Rêveberiya Xweser ve bi rêya dayîna tov û semadê tê kirin.

Ji aliyekî din ve jî Beşa Dahatiyên Avê li bajarokê Mergede zêdetirî 50 ruxsetên bîrên avê piştî kifşkirina li ser ji hêla pisporan ve, dan. Ev ruxset jî heta 10 salan e.

Serokê Beşa Dahatên Avê ya Komîteyê endezyar Egle Husên diyar kir ku ruxsetên çandiniyê salek e û li gorî wê tov û semad li cotkarên herêmê hatin belavkirin.

Husên bal kişand ser ku der barê bîrên avê de Komîteya Dahatên Avê ya kifşkirina li ser bîran hat avakirin. Piştî kişfkirinê ruxseta bîrên ku jenetor li ser hatin leckirin(danîn) tê dayîn. Ruxset heta 10 salan e û li gorî baca ji hêla Desteya Çandiniyê ve hatiye diyarkirin.

Husên anî ziman ku tenê di vê salê de ji cotkar û xwediyên bîran re mazot tê pêşkêşkirin.

Li aliyekî din jî Husên li herêma Mergede hin tişt daxuyandin ku debara herêmê li ser çandinî û xwedîkirina pez e û tu kargehên endustriyê jî tê de tune ne û wiha domand: "Ji lew re divê piştevanî û girîngî ji hêla Rêveberiya Xweser ve ji bo cotkaran bê kirin. Piştgiriya girîntirîn jî ya sotemeniyê ye."

Girêdayî mijarê, Husên got piştevaniya somtemeniyê dê nirxa bodcekirinê kêm bike. Her wiha bihaya bermîlek mazot li sûka reş zêdetirî 30 hezar lîreyên Sûriyê bû. Ev jî bar li ser cotkaran zêde dike.

Egle Husên diyar kir ku hin cotkar di werza havînê de sebzeyan li ser çema Xabûrê bêyî erêkirina Komîteya Çandiniyê û Dahatên Avê wergirin, diçînin. Dê ev jî di bergiriyên guncaw re derbas bibin. Lê tevî wê jî Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê soza pêşkêşkirina mazotê da cotkaran.

(fr)

ANHA


Mijarên Din