Li Mergedeyê teqîn, 4 kes birîndar bûn

Di encama teqîna motorsîkletekê de li kolaneke bajarokê Megedeyê li başûrê kantona Hesekê, 4 kes birîndar bûn.

Nûçegihanê me got, îro motorsîklêtek ku li kolaneke bajarokê Megedeyê hatibû hiştin, teqiya.

Di encamê de 3 zarok û zilamek 35 salî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Heta niha ti aliyan teqîn negirtiye ser xwe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din