Li Minbic amadekariyên avakirina komînan

Li Minbic û gundewarên wê bi armanca pênasekirina komînan û nêzîkbûna ji birêxistinbûna ji nûve, civîn têne lidarxistin.

Bi armanca danasîna komînan, mekenîzma, peywir û erka wê, rêveberiya şaxên girêdayî Meclisa Sivîl a Minbic û gundewarên wê, civîn lidar xistin.

Li ser vî esasî rêveberî beriya ku dest bi ji nû ve avakirina sazûmaniya komînan bike, lidarxistina civînan zêdetir dike. Tê zanîn ku komîn di 15`ê vê mehê de dê werin ava kirin.

Têkidarî mijarê hevserokê rêveberiya şaxên girêdayî Minbic û gundewarên Abdulrehman El-Omer tekez kir ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, komîte bi armanca rêxistinkirina civînên rojane ji şêniyên bajêr û gundewarên wê re, da ku danesîna komînan bikin ava kirine.

Her wiha Omer destnîşan kir ku armanca sereke ji lidarxistina civînan ew e ku bi awayekî zindî ji nû ve sazûmaniya komînan werin avakirin. Abdulrehman Omer got, girînge ku kesayeta baş di cihê baş cihê xwe bigre.

(eh)

ANHA


Mijarên Din