Li Minbicê amadekariyên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker didomin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê, Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku ragihandina rewşa awarte ya li hemberî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker hişt hemû aliyên rêveberî û xizmetguzarî bikevin seferberiyê.

Di 6’ê Tîrmeha borî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand da ku hemû sazî û rêveberî  li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker amadekariyan bikin û tedbîran bigirin.

Girêdayî vê yekê, hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê, Mihemed Xêr Şêxo wiha axivî: “Piştî giranbûna êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Minbicê bi taybetî û ragihandina rewşa awarte, me dest bi avakirina şaneya kirîzê kir ku digihîje hemû aliyên xizmetguzarî û leşkerî û ewlehî . Armanc ji wê şaneyê ew e ku em li dijî êrişên dagirkeriya Tirk re tedbîr bigirin û xwe amade bikin.”

Şêxo wiha domand: “Gelek navendên tendirustiyê hatin amadekirin û li nexweşxaneya Firatê jî amadekarî di asta jor de ye. Her wiha şaredarî û saziyên wê jî amadekarî kirin.”

Şêxo wiha axaftina xwe domand: “Bi rêya komîteya aborî de me hewl da pêdiviyên gel ên sereke peyda bikin û rêkê li ber kirîna madeyên xwarinê vekin, da ku tu kirîzên aborî li herêmê çênebin, her wiha bi hevkariya komîteya tenduristî me şênî û rêveberên meclisan li ser destwerdanên lezgîn perwerde kirin.”

Şêxo destnîşan kir: “Hemû aliyên ewlehî yên Minbic û gundewarê wê ji bo têkbirina êrişan amade ne. Em şer naxwazin, em aşitiyê dixwazin, lê eger şer xwe li me girt em neçar in xwe li ser bingeha mafê parastina rewa biparêzin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê, Mihemed Xêr Şêxo wiha anî ziman: “Ragihandina rewşa awarte bi wê armancê ye ku gel bikaribe amadekariya xwe bike û xwe ji êrişan biparêze.”

(mh)

ANHA


Mijarên Din