Li Minbicê amadekariyên pîrozbahiya salvegera 3‘yemîn a rizgarkirinê

Şêniyên bajarê Minbicê amadekariyên pêşwazîkirina salvegera 3’yemîn a rizgarkirina bajêr ji DAIŞ’ê pêk tînin.

Bajarê Minbicê di 15‘ê Tebaxa 2016‘an de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin.

Sibe salvegera 3‘yemîn a rizgarkirina bajêr. Di vê wesîleyê pîrozbahiyeke mezin dê li dibistana El-Xesaniya ya bajêr were lidarxistin. Komên dîlan, stran û şanoyê yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê dê bi çalakiyên xwe beşdarî şahiyê bibin.

Li gor hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Minbciê û Gundewarên wê Umer Mehmûd diyar kiriye ku komên dîlanan ên ku dê beşdarî şahiyê bibin ev in; Koma Çerkezan, Koma Şehîd Botan a Tirkmen, Koma Dîlalên Erebî û Koma Hêvî ya Dîlanên Kurdî.

Komên stranan jî ev in; Koma Zarokên Şehîdan, Koma Zarokên Hezkirinê û Koma Navenda Çand û Hunerê. Her wiha dê Koma Şanoyê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarên wê beşdar bibe.

Umer Mehmûd îşaret pê kir ku ji meha Tîrmehê ve amadekariyên pîrozbahiya salvegera rizgarkirinê tê kirin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din